Çalakiya nobetê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewrûpayê (KE) tê lidarxistin, ji aliyê komeke ji bajarê Almanyayê Hannoverê tê meşandin. Nobeta ji Ocalan re Azadî, ku li ber avahiya Konseya Ewrûpayê ya li bajarê Franseyê Strasbourgê tê girtin, di hefteya 235. de ye. 

Welatparêzên Kurd Ehmedê Hecî Receb, Feqîr Îso, Şêxo û Îsa Ezgî yên ji bajarê Hannoverê, ji roja Yekşemê ve nobetê digirin.

Tevî ku serma hewayê dadikeve binê sifirê jî çalakî bênavber dewam dike. Çalakgeran da xuyakirin ku divê her kes girîngiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo wan, baş fêhm bike.

Li ser navê komê daxuyanî hate dayîn û hate gotin, “Em azadiya Ocalan weke azadiya xwe dibînin.” Çalakgeran destnîşan kir ku Ocalan nîşaneya pakbûn û rûmeta gelê Kurdistanê ye. Endamên komê diyar kirin ku ji bo azadiya Ocalan divê li hemû parçeyan têkoşîneke xurt bê meşandin û gotin, ji bo serketina vê têkoşînê çi ji destê wan bê, ew ê bikin.

Endamên Koma Hannoverê gotin, heta roja Yekşemê ew ê li herêma ku saziyên Ewrûpayê KE, DMME û CPT´yê lê ne, ji bo azadiya Ocalan bixebitin.

Çalakger ji saet 07:30 heta 16:30´an nobetê digirin û li ser pirsgirêka Kurd û rola Ocalan, belavokan li xelkê belav dikin.

Nobeta ji Ocalan re Azadî di 25’ê Hezîrana 2012’an de dest pê kiribû, û ev 4,5 sal in bê navber dewam dike. 


 ANF / STRASBOÛRG