
BERLIN: Navenda Civaka Demokratik a Kurd a Berlinê NAVDEM Berlin, piştî xebatên salekê kongreya xwe ya asayî li dar xist. Komcivîna kongreyê saet 12.00´an li cihê nû yê navenda civakê ya li Residenz Str ê pêk hat û li gel mêvan û delegeyan 250 kes beşdar bûn. 11 komisyon ku di nav wan de têkiliyên derve, ciwan, çapemenî û malbatên şehîdan jî hene, hatin plankirin û hilbijartin. Pervîn Kaplan û Alî Beyaz jî cara duyê ji bo hevserokatiyê hat peywirdarkirin.
DARMSTADT: 3. kongreya NCDK a li bajarê Elmanya Darmstadtê pêk hat. Li dû xwendina rapora li ser karê salekê, endamên nû yên meclîsê hatin hilbijartin. Kûdret Kiliç û Merdan Kaçmaz jî bûn hevserokên meclîsê.
LOHNE: Di 3. kongreya NCDK a li bajarê Elmanya Lohneyê de, rêveberê NAV-DEM’ê Abdulah Efe rewşa dawî ya siyasî nirxand û bal kişand ser girîngiya rêxistinbûyîna li Ewropayê. Di kongreyê de Emîne Aç û Omer Akan ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin.
DRESDEN: Li bajarê Elmanya Dresdenê 1. Kongreya Asayî ya NCDK’ê hat lidarxistin. Li ser navê NAV-DEM’ê Aysel Avesta Aydin peyivî. Piştî xwendina rapora li ser karê salekê, endamên komîsyonên têkiliyên derve, têkiliyên gel, ciwan, PYD, maliye û jinê hatin hilbijartin. Fatma Karahan û Kerem Gok bûn hevserokên meclîsê.
ERFÛRT: 3. Kongreya meclîsa Gel a li bajarê Elmanya Erfûrtê li salona civînê ya partiya Dîe Lînke bi beşdariya 100 delegeyan hat lidarxistin. Meclîsa ji 35 kesan hat hilbijartin û Mûcîze Kuçuk û Welat Azadî bûn hevserokên meclîsê.
WÛPPERTAL: Kongreya 3. a NCDK a bajarê Elmanya Wûppertalê bi beşdariyeke girseyî pêk hat. Siyasetmedarê Kurd Îsmet Kem li vir peyivî û rewşa dawî ya siyasî nirxand. Di encama hilbijartinê de 51 endamên meclîsê hatin hilbijartin, 10 komîsyonên cuda hatin destnîşankirin; Sevgî Bozkûrt û Savci Azay jî bûn hevserokên meclîsê.
FREÎBÛRG: Li bajarê Elmanya Freîbûrgê jî 3. kongreya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hat lidarxistin. Di kongreyê de raporên li ser dema bihurî hatin xwendin, nirxandin û dûre hilbijartin hat kirin. Hatîce Orûk û Îsmet Çeken ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin. Rêveberiya ji 45 kesan a meclîsê jî hat hilbijartin.
MONCHENGLADBACH: NCDK a li bajarê Elmanya Monchengladbachê, bi beşdariya 150 delegeyan kongreya xwe ya 3. li dar xist. Di kongreyê de ku qurbaniyên Qirkirina Ermeniyan jî hatin bibîranîn, meclîsa ji 44 kesan hat hilbijartin. Songul Şahîn û Saît Gokdûman jî bûn hevserokên meclîsê.
HAMBÛRG: Li bajarê Elmanya Hambûrgê, meclîsa gel a li herêmên Harbûrg, Wîlhelmsbûrg, Lunebûrg, Stade û Bergedorf kar dike, hat lidarxistin. Hevseroka KCD-E Dilşa Osman jî li kongreyê axivî û got, “Yên li ber xwe didin, dîrokê dinivîsînin. Dîrok bêguman wê ji aliyê gelê me ve bi tîpên zêrîn bê nivîsandin.” Piştî nîqaşan hilbjiartin hat kirin û Turkan Gumuş û Abûzer Bîlenler bûn hevserok.
STÛTTGART: Li bajarê Elmanya Stûttgartê, 2. Kongreya Meclîsa Gel a Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hat lidarxistin. Kongre roja Yekşemê bi beşdariya bi sedan Kurdistanî û dostên wan hat lidarxistin. Piştî nîqaş û nirxandinên li kongreyê Meral Gursoy û Mehmet Orak ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin.
BREMEN: Li bajarê Elmanya Bremenê jî civata Mizgefta Seîdê Kurdî kongreya xwe ya 19. li dar xist. Kongre li salona Navenda Perwerdeyê ya Ciwanan pêk hat û bi xwendina Quranê destpê kir. Piştî axaftinan, Abdullah Bozyîgît, Hîkmet Korkmaz, Hecî Mûhîttîn Boztîmûr, Vahît Ûcar, Alî Sayan, Erol Erkoç, Veysî Bûdancamanak, Haci Alî Bûdancamanak, Suleyman Dogan, Cîhan Îmret, Hecî Sidik Barasi, Haci Zekî Çelîk ji bo rêveberiya nû hatin hilbijartin.
STRASBOURG: NCDK a li bajarê Fransa Strasboûrgê 4. kongreya xwe ya asayî li dar xist. Li dû nirxandina rewşa dawî ya pêvajoya siyasî, banga xwedîderketina li berxwedana li Kurdistanê hat kirin. Gulay Ogûz û Mehmet Ulugedîk weke hevserok hatin hilbijartin.
PARÎS: Li paytexta Fransa Parîsê Navenda Çanda Cegerxwîn kongreya xwe ya 3. li dar xist. Di kongreyê de raporên xebatê û maliyeyê hatin xwendin û erêkirin. Piştre meclîsa ji 41 kesan hat hilbijartin. Şengul Karaca û Tûran Urper bûn hevserok.
MARSÎLYA: Li bajarê Fransa Marsîlyayê 3. kongreya asayî ya NCDK’ê hat lidarxistin. Ji bo hevserokatiya NCDK a Marsîlyayê jî Jale Yûrtsever û Yilmaz Açikyuz hatin hilbijartin. Di kongreyê de 81 kes ji bo komîsyonan hatin hilbijartin. Kongre bi gotina dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
VIYANA: Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, 2. Kongreya Asayî ya Konseya Civaka Demokratîk a Awûstûryayê hat lidarxistin. Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan li vir axivî û got, “Bi avakirina paradîgmaya xwe ya nû re em ê dilsoziya xwe ya bi Rêberî û şehîdên Kurdistanê bi cih bînin. Siyasetmedarê Kurd Cûma Tak jî bal kişand ser pêvajoya şoreşê ya li gelemperiya Kurdistanê û destnîşan kir ku PKK li hemberî kapîtalîzmê, rêbertiya siyasî, çandî û civakî ji gelan re dike. Di kongreyê de Rîchard Berger û Ozgur Taş ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin.
NAVENDA NÛÇEYAN