
Her sal akademiya Şehîd Jiyan herî kêm sê dewreyên perwerdê ji bo jinên wargehê dide. Ev perwerde jî rastî eleqeyek zêde ya jinên wargehê tê.
Endama Rêveberiya Akademiyê Zîlan Tolhildan got; “Perwerdehiyên ku tên dayin rastiya dîroka jin, civaknasî, çand û huner, tenduristî, perwerdeya ziman, xwendin û nivîsandin û her wekî din tên dayin. Armanca vê perwerdê xwe naskirine. Bi vê akademiyê ve girêdayî qada jîneolojî heye. Ew jî weku qada lêkolînê di aliyê tenduristî, aborî, civaknasî, padegojî û demografya kar dikin. Li ser vî bingehî em semîner ji bo jinên ciwan, mamostayên jin û xebatkarên xwe didin.”
MEXMÛR