Di civîna roja Duşemê ya Encûmena Asayîşê ya NY´yê ya li ser rewşa ewlehiya Ewrûpayê, Churkin got, beşdariya Kurdan li guftûgoyên aştiya Sûriyê girîng e.
Churkin êşaret bi pêwîstiya beşdariya Partiya Yekîtiya Demokratîk û hemû aliyên dijbereya Sûriyê di civînan de kir û bi bîr xist ku Tirkiyê rêgir e di vê meseleyê de. Churkin ev siyaseta Enwerê weke xiraker bi nav kir û weha tika ji YE´yê kir: “Ez bawer dikim, hevalbendên me yên Ewrûpî dikarin bandora xwe bi kar bînin da ku vê siyaseta xweperest û xiraker a Enqereyê biguherîne.”
Daxwaza Churkin di demekê de ye ku nûnerê NY´yê yê ji bo karûbarê Sûriyê, Staffan de Mistura hewl dide guftûgoyên nû yên aştiyê di navbera aliyên şerê navxweyî yê Sûriyê de bide destpêkirin.
Karwanekî ji Tirkiyeyê çek ji DAIŞ’ê re birin
Rûsyayê ragihand ku wan konvoyeke ji Tirkiyeyê çek ji çeteyên DAIŞ’ê re dibir, tespît kiriye.
Navenda Şopandina Agirbestê ya Rûsyayê ya li Sûriyeyê ragihand ku wan karwanekî ji kamyonên mezin ên bar (TIR) ê ji Tirkiyeyê çû herêma Helebê ya di bin kontrola DAIŞ‘ê de, tespît kiriye. Li gorî vê daxuyaniyê, bi vî karwanî çek radestî DAIŞ’ê hatine kirin.
Ev agahî di raporeke li malpera înternetê ya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de hat weşandin. Di raporê de hat gotin, “Li bakurrojhilatê herêma Helebê, karwanekî ji TIR’an a bi çek û cebilxaneyan hat tespîtkirin. Ev karwan tevî parastina çekdarî ji nava sînorên Tirkiyeyê hat, ji herêmên di bin kontrola komên cuda yên çekdarî re derbas bû û gihaşt xaka DAIŞ´ê.”
MOSKOV/NEW YORK