
Gelek niştecihên gund ji ber sedemên cur be cur bi taybet ji ber şer koçber bûne û gundê xwe berdane. Mirov dikare hêjmara gundiyan bi tiliyên dest bijmêre. Piraniya yên ku mane jî pîr û kalin. Ji xwe ev polîtîkayek taybet a hikûmeta herêmê ye. Ji bo ku gundiyên Qendîlê vê herêmê vala bikin, serî li hemû rêbazan didin. Bi sozên wek wê meaş bidine wan, dixwazin mirovan ji jiyana gund veqetînin û bikşînin bajaran. Herwiha derfetên jiyana bi refah jî nedane mirovan ku bikaribin di van gundan de bimînin û debara xwe bikin.
Mam Hesen yek ji wan kesane ku ticarî serî li hember polîtîkayên dûrxistina ji axê, netewandiye. Bi xwe behs dike û dibêje; „gelek caran ji min xwestin ku bibim pêşmerge û meaş bistînim, ji bo ku li bajarê Ranyayê malekê bikirim û tê de bimînim, lê min ev yek nepejirand.“ Dibêje; „ez vê baxçeyê xwe bi sedan bajaran nadim!“
Di bersiva pirsa me de ku tu vê enerjiyê ji ku tînî û çavakaniya moralê ji bo te çiye? Wiha dibêje: „Du tişt min ciwan û li ser piya dihêlin, yek hebûna PKK’ê û dîtina hevalan ya din jî şev û roj karkirin. Bi rastî jî gelekgerîlayan nas dike. Navê hemiyan dibêje û her yekê re jî bîranînek wê heye. Diyare Mam Hesen herî zêde ji şêwazê jiyan û têkîlî, dan û standinêngerîlayan bandor bûye ku dibêje; „min di jiyana xwe de tiştek wusa nedîtibû,gerîla gelekî cuda dijîn. Heyrantî û girêdana wan ya jiyanê min jî heyranê jiyanê dike.“
Mam Hesen hemû berhemên baxçeyên xwe ti caran bêgerîlayan naxwe û dibêje; „Ger heval ji baxçeyê min tiştekî nexwen di qirika min re jî naçe.“
Gêrîla jî gelekî jê hez dikin. dema xwarinê herkes dipirse ka Mam Hesen hatiye xwarinê yan na. Van rojan ku meha pîroz a Remezanê jî destpê kiriye, yek ji erkagerîlayan ewe ku Mam Hesen rakin paşîvê, yan jî fitara wî amade bikin.
Tiştek din jî ku gelekî bala me kişand ew bû ku Mam Hesen di destan de saet tineye. Lê dema li rojê temaşe dike, dema nimêja xwe dizane. Mesela nîvro li cihekê disekine, ger roj li çavê wî yê rastê bide, wê demê tam seata nimêja nîvro ye! Herwiha piştî ewqas sal hêjî gelekî xweş heyranan dibêje. Hemû gerîla li derdora wî kom dibin û ew jî ji wan re heyranan dibêje. Ya balkêş ewe ku di hemû heyranokên wî de navê Qendîlê derbas dibe. Sedema vê yekê wiha rawe dikir; Bê Qendîl hemû heyran bêwate ne!
Çend pirsên me lê kirin, em bi we re parve dikin;
Mamo tu çend saliyî?
Ez 25 salî me, ma wusa xûya nakim!(bi henek)
Tu çend sale li vî gundî?
Nayê bîra min lê dizanim ji mêjve ye.
Tu ewqas kar dikî, tu nawestî?
Kar min her roj ciwantir dike
Tu ji gerîlayan hez dikî?
(Destê xwe dide ser dilê xwe) ew di vir min de ne
Ew qet te aciz dikin?
(Dikene) Na… carnan… hema lêborîna xwe dixwazin, ez jî wan naşkînim.
Ger tu carek din werî dinê tu dixwazî li ku bijî?
Li vir li gel hevalan
Tu dixwazî biçî bajêr?
Bajar mirina mine
Gotina dilê te?
Yêkîtî, yêkîtî, yêkîtî!
Bi gotina dawî çavên wî tije dibe û çavê xwe didize. Axînekê ji kûr dikşîne û dibêje; „Keça min yê nedîtibe, nizane derdê vî welatî!“
Radibe û hêdî hêdî dûr dikeve, di ber xwe de heyranek tije kul û keser dilorîne, çavê min di çûyîna wî de asê dimîne û bi awaza heyranoka wî kelegirî dibim. Lê qerçimokên li ser rûyê wî, hêviyên yêkîtî û azadiyê tine nekiriye. Çavên Mam Hesen dibiriqe li gel hemû êşên ku kişandiye. Tekoşîna gerîlayan êşên wê aram dike û dilasûdeye…
GELAWÊJ EWRÎN