ROHAT ARARAT
e-rojname / AMED
TUYAP 6’emîn Fuara Pirtûkan a Amedê li dar dixe û tê de wê 15 weşanxaneyên Kurdî jî cihê xwe bigirin. Weşanxaneya Aramê ji ber qedexe û berhevkirinan li şûna bi 170 pirtûkan dikare bi 80 pirtûkî di fuarê de cihê xwe bigire.Îsal ji aliyê TUYAP’ê ve 6’emîn Fuara Pirtûkan a Amedê wê di navbera 25 (îro) û 30 Îlonê de li Navenda Kongre û Fuarê ya Amedê bê li darxistin. Dê 120 weşanxane di fuarê de amade bin. Fuar her roj di navbera saetên 10.00 û 19.30’an de dê vekirî be. Di fuarê de ji 120 weşanxaneyan 15 weşanxaneyên Kurdî ne.
TUYAP’ê sala 2014’an biryar dabû ku li Amedê fuara pirtûkan organîze neke. Piştre daxuyand ku ew ê ji 2 salan carekê fuarê pêk bîne, lê belê ev jî nekir. Piştî vê biryara TUYAP’ê weşanxaneyên Kurd bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li ser hev di salên 2015 û 2016’an de li Sumer Parka navçeya Yenîşehîra Amedê, fuara pirtûkan li dar xist. Ev 2 salên dawî jî ji ber ku desthilatdariya AKP’ê qeyûm taînî Şaredariyên Amedê kirin, êdî fuar pêk nehat.
Piştî 4 salan, îsal TUYAP’ê 6’emîn Fuara Pirtûkan a Amedê di navbera 25 û 30 Îlonê de li Navenda Kongre û Fuarê ya Amedê li dar dixe. Ji 120 weşanxaneyên di fuarê de 15 weşanxaneyên Kurdî ne.
Yek ji weşanxaneya kurdî ya ku dê tevli fuarê bibe J&J ye. Weşanxaneya J&J dê bi 25 berhemên xwe yên nû ku ji wan 10 jê bi Kurdî ne û bi giştî jî dê bi 350 berhêmên xwe di fuarê de amade be. Ji van berhemên kurdî ku 3 pirtûkên nû yên cara yekemîn dê bi vê fuarê re bigihîje xwîneran; Çîrokên Biwêjan, Bayê Cîlo û Kevirê Şewitî ne. Ev her sê berhem ku bi rojan e danasîna wan tê kirin, bala xwîneran dikişîne ser xwe. Bi taybetî jî pirtûka Bayê Cîlo ya ku Mehmet Akdogan nivîsiye balê dikişîne ser xwe.
Xwînerên bi biryar hene
Li aliyekî fuar tê li darxistin lê li aliyê din ji ber qeyrana aboriyê û bûyerên siyasî êdî weşanxane jî bi bandor bûne û nizanin dê çi bikin. Xwediyê Weşanxaneya J&J Azad Zal li ser beşdariya xwe ya fuarê û bandora qeyrana aborî û siyasî ya li ser wan, axivî. Zal da zanîn ku niha ji sedî sed bihayê kaxiz û çapkirina pirtûkan zêde bûye, vê yekê bandor li xwîneran jî kiriye.
Zal li ser rewşa siyasî ya qedexekirina pirtûkên Kurdî jî wiha nirxand: “Xwendina pirtûkên Kurdî ji aliyê dewletê ve hatiye îlegalîzekirin.”
Wardoz cara yekem li fuarê ye
Yek ji weşanxaneyên nû yên Kurdî jî Weşanxaneya Wardozê ye. Wardoz, di salekê de di warê çapkirina pirtûkên folklora Kurdî de nav û deng da û di demeke kurt de xebateke baş meşand. Weşanxaneya Wardozê bi 17 pirtûkên xwe yên nû wê li furarê amade be ku 15 jê pirtûkên folklorîk in, 1 jê pirtûka li ser bişaftinê ye û yek jî pirtûka rêzimana Kurdî ye.
Mirov ji tahma azadiyê venagere
Xwediyê Weşanxaneya Wardozê Bahoz Baran diyar kir ku xwendina pirtûkên Kurdî û Tirkî bi pêş ketiye, lê belê dema di navbera weşanxaneyên Kurdî de yekitiyek hebûya, şert û merc jî wê cuda û baştir bûna. Baran wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qada zimanê Kurdî gelekî teng e, ev jî ji ber weşangeriya Kurdî ye. Di salên bihurî de elaqeyek ji bo xwendina pirtûkan hebû û baş bû. Lê di demên dawî de ev elaqe kêm bûye. Heke mirovî carekê azadî tahm kiribe ku xwendina pirtûkan jî di nav de ye, careke din jê venagere.”
Weşanxaneya berxwedêr
Yek ji weşanxaneyên Kurd a ku herî zêde rastî polîtîkayên dewletê yên tundraw û qedexekirinê tê û dê di vê fuarê de cih bigire, Weşanxaneya Aramê ye. Bi salan e ev weşanxane ji ber zextên zêde yên li ser xwe, nikare bi dilekî rihet pirtûkan çap bike û pirtûkên ku çap dike jî ji aliyê dewletê ve tên qedexekirin û berhevkirin. Ji ber van zextan, zehmetiyên mezin dikişîne lê belê berxwedaneke pîroz jî dike û ligel her tiştî ji bo ji xwînerên xwe re bibe bersiv berhemên hêja çap dike.
Weşanxaneya Aramê jî dixwaze bi giştî bi nêzîkî 170 pirtûkên xwe beşdarî fuarê bibe. Lê belê ji ber ku destûra firotin û belavkirin 90 pirtûkên Aramê qedexe ye, encax karibe bi 80 pirtûkan beşdar bibe. Ji van 10 heb ên îsal in û 5 ji van jî hêj nû çap bûne ku cara yekem dê li fuarê bên pêşandan û bigihîjin ber destên xwîneran. Yek ji van jî ya nivîskar Menaf Osman a bi navê Lênûska Leyla ye.
Edîtorê Weşanxaneya Aramê Ulaş Guldîken piştrast e ku pirtûk wê bên ecibandin û organîzasyona fuarên pirtûkan jî bi şertê bê sansûr be, erênî dinirxîne.