Komîteya Çavdêriya Mafê Mirovan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bang li hikûmet û dezgehên dadê yên Herêma Kurdistanê kir ku demildest bendên mafên mirovan li ber çavan bigirin û kesên li Behdînan hatine binçavkirin berdin. Komîteya KNK´ê têkildarî çalakger û rojnamevanên ku li Behdînan ji ber raperîna li dijî dagirkeriya dewleta Tirk hatine binçavkirin daxuyaniyek nivîskî da.
Daxuyaniya Komîteyê wiha ye: “11’ê Sibatê de Dadgeha Dihokê, dema binçavkirina çend kesên ku hatin binçavkirin dirêj kir. Dosyaya binçavkirina 6 kesên din ên bi navê Şêrwan Şêrwanî, Takor Zerdeştî, Rêkan Reşîd, Eyaz Kerem û Mistefa Bamernê, Erdal Zaxoyî li Dihokê hiştine.
Li gorî agahiyên di medya Başûrê Kurdistanê de, biryar wiha ye ku kesên ku hatine binçavkirin li gorî madeya 156 a cezayê Iraqê ku ‘xiyaneta nîştimanî û xirabkirina aramiya welat’ pê tên cezakirin, ‘Cezayê darvekirin û cezayê hetaheta’ digre nava xwe tên dadgehkirin. Lê kesên hatine binçavkirin li dijî dagirkeriya artêşa Tirk nerazîbûn nîşan dane ku dagirkeriya Tirkiyeyê li ser jiyan û aramiya xelkê herêmê metirsî çêdike. Li gorî daneyan tenê di nava 4 salên borî de, 823 caran bi rêya balafiranên Tirkiyeyê xaka Herêma Kurdistanê hatiye bombebaran kirin û zêdetir 20 welatiyan jiyana xwe ji dest dane.Lewma ev çend kesên ku hatine binçavkirin xistine dosyayekî siyasî û ti bingehên xwe yên yasayî nîne.”