Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah diyar kir ku tevgera navnetewî ya li dijî çeteyên DAIŞ‘ê gaveke erênî ye û got: “Em operasyonên Koalîsyona Navnetewî yên ku baragehên DAIŞ‘ê hedef girtin wekî gaveke lawazkirina DAIŞ’ê û destpêkirina çareseriyeke aştiyane ji bo aloziya Sûriyeyê dibînin. Êrîşên balafirên navnetewî yên dawî li herêma Kobanê bi awayekî zindî bandor li hebûna çeteyan nekirin.” Asaya Ebdulla wiha dewam kir: “Tenê niha berxwedaneke bêhempa ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê û gelê berxwedêr yê Kobanê li hemberî çeteyan tê meşandin. Tevî vê berxwedaniya mezin û dîrokî em dibînin ku kenalên televizyonê yên herêmî, Erebî û Kurdî hewl didin şerekî tabyet li dijî vîna gel pêk bînin. Ev televizyon Kobanê wekî ku ji gel vala bûye nîşan bikin. Tu rastiya van nûçeyan tune ye. Piraniya gelê Kobanê li herêma xwe ye û qebûl nake ku xaka xwe berde û ji çeteyan re bihêle. Ev îdîa hemû dikevin xizmeta dijminên doza me, dijberên azadiya gelan û êrîşkarên wekî DAIŞ’ê.”


´Piştgiriya bakur baş e´

Asya Ebdullah di nava axaftinên xwe de wiha destnîşan kir: “Gelê me yê berxwedêr li rex şervanên YPG/YPJ’ê parastina herêma xwe dike. Ev yek jî dibe sedem ku hertim li hemberî çeteyên êrîşkar biser bikeve. Gelê yê Bakûrê Kurdistanê jî ji destpêka êrîşan ve li ser sînor e û xwedî roleke girîng û bibandoreke mezin e. Gelê Bakûrê Kurdistanê li hemberî êrîşên li ser Kobanê bi rihê xwe yê niştîmanîperwerî erk û peywirên xwe yê netewî û mirovî bicih tîne.” Asya Ebdullah bang li gelê Kurdistanê bi hemû beş, hêz, rêxistin û pariyên xwe kir ku tevlî seferberiya bibin da ku herêma Kobanê ji êrîşên bêbext ên çeteyên DAIŞ’ê biparêzin. Asaya Ebdulla got ku bila her kes ji bo vê yekê amade be û piştgiriyê bide berxwedana lehegî ya gelê Kobanê ku bi vîneke xurt û azad li hemberî çeteyên radîkal li ber xwe dide.


´Parastina xweser a gel´
Asaya Ebdulla got: “Di makanîzmeyeke yekgirtî li gorî îradeya gel a siyasî hevpeyman ji bo parastina xweser were peydakirin. Ji vê jî dem hatiye ku lihevkirin û hevpeyman werin kirin. Koalîsyona navnetewî eger YPG’ê wekî hêza ya yekemîn û sereke li ser erdê li dijî DAIŞ’ê şer dike, bibîne wê demê wê bêhtir ev operasyon xwedî encam bin. Bê kordînekirina bi Yekîneyên Parastina Gel re armancên koalîsyonê li dijî baragehên çeteyên DAIŞ‘ê yên nêzî herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên din ên Sûriyeyê wê pêk neyên.”

 NAVENDA NÛÇEYAN