Rêveberê Navenda Çanda Ciwanan ya Delîla Servet Kurt, di destpêka sala 2010’an de hate girtin û li 3’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê doz li wî hate vekirin. Kurt ku xwest parastina xwe bi Kurdî bike, parastina wî hate redkirin û rastî cezayê rekor hat. Rozger, bi îdîaya „bi zanebûn û xwestin alîkarî daye rêxistinê“ û „Li ser navê rêxistinê sûc kirye“ xwest bê cezakirin. Piştî rûniştina Kurt hate ditin, li gel parêzerên baroyê xwest bi Kurdî paratina xwe bike. Lê hertim daxwaza Kurd hate redkirin. Kurt, herî dawî bê parêzer ket rûniştinê û dîsa xwest bi Kurdî parastina xwe bike.
Rûniştina Kurd ku di 28’ê tîrmehê de hate dîtin bi cezayê giran bi dawî bû. 3’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ku daxwaza Kurt a parastina Kurdî red kir, daxwaza Kurd wekî „Helwesta rêxistinî“ nîşan da. Heyetê, bi îdîaya „bi zanebûn û xwestin alîkarî daye rêxistinê“ û „Li ser navê rêxistinê sûc kirye“, „Maddeya Teqemeniyê li ser xwe gerandiye“ û „Zirar daye malê cemaweriyê“, der barê Kurd de bi tevahî 24 sal cezayê girtîgehê birî. Heyetê piştî 24 ceza birî, biryara serbestberdana bi venêrtin da.
Bavê Kurt Şemsettin Kurt bertek nîşanî biryara dadgehê da û anî ziman ku ji ber kurê wî di parastina Kurdî de israr kiriye rastî ewqas ceza hatiye. Kurt, anî ziman ku cezayê li kurê wî hatiye birîn, li dijî mafên mirovan, hiqûq û wicdanê mirovan e.


SIDDIK GÜLER/DÎHA/WAN