Hate ragihandin wê komên nû, ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe û ji bo azadiya Ocalan tevlî greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger bibin. Denîz Kaya li ser navê girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê yên li girtîgehên bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê, daxuyanî da û got, çalakiya greva birçîbûnê ya 16’ê Kanûnê hatiye destpêkirin di roja 6’emîn de didome. Kaya bi bîr xist ku tecrîdkirina Ocalan 3 sal li pey xwe hiştin û got: “Gelê Kurdistanê û raya giştî ya cihanê têkildarî Rêber Apo nikare agahiyê bigire. Em jî dixwazin hîn bibin ka Rêber Apo dijî yan najî. Em nizanin li pergala êşkenceya Îmraliyê çi diqewime. Ev 19 sal in ku êşkenceyeke giran û zilmeke mezin li Rêber Apo tê kirin. Dewleta Tirk dixwaze bi tecrîdkirin û êşkencekirina di şexsê Rêberiya me de tevahiya gelê me teslîm bigire û ji bo xwe bike kole. Dewlet dixwaze pergala xwe ya nijadperest û mêtinger dewam bike.”
Komên nû dest bi grevê dikin
Kaya têkildarî çalakiya girtiyan a greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger ku ji bo azadiya Ocalan, got, “Dewleta Tirk û rejîma AKP û Erdogan heta îro bersiv nedane daxwazên me. Bi operasyonan bersiv da gelê Kurd û gerîlayan. Em bi tu awayî van polîtîkayên faşîst û qirrker qebûl nakin.”
Kaya ragihand ku wê komên nû dest bi çalakiyên greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger bikin û got, “42 hevalên me li girtîgehên tîpên cuda yên Gebze, Kandira, Panos, Wan, Xarpêt, Beşîkduzu, Bakirkoy û Amedê 16’ê Kanûnê dest bi çalakiyên greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger kirin. Di vê çarçoveyê de rojên bê, komên nû jî wê beşdarî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger bibin. Koma duyem a beşdarî çalakiyê bibe ji Girtîgeha Sîlîvri, Girtîgeha Tîpa F Jimara 1’an a Tekîrdag, Girtîgeha Jinan Jimara 2’an a Şakranê, Girtîgeha Odemîş û Girtîgeha Kirikkale pêk tên. Li van girtîgehan di 26’ê Kanûnê de çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger bê destpêkirin. Koma sêyemîn jî dê li Girtîgeha Bandirma, Girtîgeha Alanya, Girtîgeha Kayserî, Girtîgeha Tarsûsê, Girtîgeha Tokatê Girtîgehên Hîlwan û Siwêregê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger di 5’ê çileya 2019’an de dest pê bikin.” Kaya di dawiya daxuyaniyê de got, “Em bang li gelê xwe yê welatparêz dikin, di serî de bi serhildan û bi her cûreyî destekê bide çalakiyan û hemû raya giştî ya demorkatîk jî vedixwînin hestiyariyê.”
AMED