Bedena bazî û serê berên
Ev xemla gerdeniyê ya ku di rengê başîqe yan jî eyloyekî de ye, serê wê bi xwe serê bneranekî ye. Qet şik û guman jê nîne ku ev temsîla xwedawendekê yan jî îlahekî ye. Li gorî texmînên nêzî rastiyê jî, ev temsîla xwedayê rojê Ra ye.
Ev xemla ku sala 1851-1853´yan li Saqqara ku gora Apîs lê bû, li Misrê hatiye dîtin. Zêrê vê xemlê ji sedî 99,5 safî ye. Teknîka wê ya hunerî jî hema hema bê qisûr e. Tirba ku lê hatiye dîtin ji beriya mîladê sedsala 12´an e. Lêkolîner bawer dikin ku ev teswîra ecêb a Rayî qewlê ji nû ve hatina dinê ye, ango qewlê ji bo kirasguhertinê ye. Ev xemla gerdeniyî îro li paytexta Fransayê Parîsê, li muzexaneya navdar a Louvreê tê mihafezekirin. PARÎS