Bêdeng nemînin
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) şehîdên Şeladizê yên ji ber balefirên dewleta Tirk bi bîr anî û li dijî dewleta Tirk banga têkoşîna hevpar kir.
KNKê derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker ya li ser Başûrê Kurdistanê û şehîdên Şeladizê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de weha tê gotin:
“Ji zû ve ye dewleta Tirk a dagirker ji bo têkbirina destkeftî û serweriyên Başûrê Kurdistanê di nav hewldanan de ye. Bi serdegirtina leşkerî, avakirina dezgehên xwe yên sîxurî û piştre jî biserdegirtina jiyana aborî re, mudaxeleyên xwe didomîne. Bi hinceta ku hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Başûrê Kurdistanê hene, êrişî Başûrê Kurdistanê dike. Du roj beriya destpêkirina tevgera dagirekeriyê ya van rojên dawiyê, me hemûyan dît ku çawa li ser hev bi balefiran li Şengal û Kampa Mexmûrê xistiye û şêniyên li van deran kiriye hedef.
19’ê Hezîrana 2020’an jî bi balefirên şer li herêma Şêladizê da û şeş kesên sivîl şehîd kir. Yek ji wan şehîdan jî yek di Serhildana 2018’an de ya li dijî qereqolên MÎT’a Tirk pêşengtî kiribû.
Em Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û vê terora dewleta Tirk şermezar dikin. Em bang li hemû gelê xwe, hêzê siyasî û civakî dikin ku li hemberî van sûc û dagirkeriya dewleta Tirk helwesta xwe nîşan bidin û şermezar bikin. Di heman demê de em bang li her sê serokatiyên desthilata Başûrê Kurdistanê dikin ku li hemberî dijminkarî û faşîzma AKP û dewleta Tirk bêdeng nemînin.”
NAVENDA NÛÇEYAN