Komîteyên Zindanan ên PKK û PAJK’ê diyar kirin ku zindan bûne êşkencexane û bang li gel kir da ku li ser esasê şikandina pergala tecrîd û êşkenceyê xwedî li girtiyan derkevin.

Li Tirkiyê dewleta Tirk a qirker, dagirker û mêhtinger li dijî Kurdistaniyan ne huqûq, ne exlaq û ti pîvanê guhdarî nake, li zindanan jî êşkenceyeke sîstematîk dimeşîne. Di vî warî de hema rojane nûçe di çapemeniyê de cih digirin. Li ser vê mijarê Komîteyên Zindanan a PKK û PAJKê daxuyaniyek dan.

Daxuyaniya Komîteyên Zindanan ên PKK û PAJK’ê wisa ye:

“Siyaseta înkar û qirkirinê ya dewleta Tirk a faşîst li her qadê bi metodên qirêj û bêexlaqî didome. Li derve û hundir, li her derê bi tenê mirinê ji Kurdan re rewa dibîne. Zêhniyeta ‘Kurdê herî baş, Kurdê mirî ye, Kurdê ku îradeya wan hatiye şikandin û teslîm hatiye stendin e’ îro jî bi metodên qirêj pêk tîne. Her dera welat bûye girtîgeh, şîddet, êşkence û qetlîam bûye tekane rêya ku desthilatdarî li ser pêyan bisekine.

Zindan bûne êşkencexane

Desthilatdara faşîst herî zêde jî van pêkanînên xwe yên dermirovî li zindanan pêk tîne. Kesên berxwedêr hemûyan dixe zindanan, mirina fîzîkî û siyasî li ser wan  ferz dike. Girtîgeha Îmraliyê di serî de zindan bûne êşkencexane. Bi tecrîd û êşkenceya li Rêber Apo hewl dide gelê Kurd û Têkoşîna Azadiyê teslîm bigire û tasfiye bike. Êdî her roj ji zindanan nûçeyên mirinê û tabût tên. Bi deh hezaran girtiyên şoreşger êşkence li ser wan heye û nayên tedawîkirin. Hevalên me Nebî Îlhan, Nûrcan Bakir û Huseyîn Polat di du hefteyên dawîn de şehîd bûn. Bi hezaran girtî hene ku tedawiyên wan nayê kirin û terkî mirinê hatine kirin, ev jî diyar dike ku ev hejmar di demên pêş de dibe ku zêde bibe.

Hestyarî divê

Di vî warî de tişta herî xerab jî ew e ku raya giştî ne hestyar e. Dema ku hevrêyên me tên qetilkirin, reflekseke cîddî ya civakî dernakeve holê, ev tişt jî hêzê dide kesên qetlîamê dikin. Heke ev desthilatdarî bi hovane êrişî hevalên me dike, di vî warî de para bêdengî û bêbertekiya me jî heye. Em tu kes ji ser vê faşîstbûnê nikarin qetlîaman rave bikin û wijdanê xwe aram bikin. Em dizanin ku desthilatdariya faşîst ji berxwedanê ditirse. Dema hevalên me li zindanan şehîd dibin divê ev tişt bibe sedema serhildanê. Malbatên girtî û şehîdan di serî de, divê siyaseta demokratîk, rêxistinên ciwan û jinan berpirsyariya wan e ku pêşengtiya vê berxwedanê bikin. Divê em hemû biryara xwe bidin, tişta pêwist bikin. Faşîzm sûdê ji tirsa me werdigire û bi vî awayî li ser lingan disekine. Ji bo me jî roj roja berxwedana li hemberî faşîzmê ye. Li ser vî esasî em hevrêyên xwe yên şehîd bi rêz û hurmet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê hesap ji kujeran bipirsin. Em bang li gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin ku bila rabin ser xwe û li ser esasê şikandina pergala tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê bi şîara ‘Bila ji zindanan tabût neyên’ xwedî li girtiyên şoreşger derkevin.”

 

ANF/BEHDÎNAN