Rojnamevanên navçeya Seyidsadiq a bi ser Silêmaniyê, piştgirî da çalakiyên greva birçîbûnê. Çalakiyên grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, dewam dikin. Piştevaniya ji bo berxwedanê jî didome. Rojnamevanên navçeya Seyidsadiq li ser girîngiya van çalakiyan peyivîn.

Lazim e medya bi erkên xwe rabe

Rojnamevan Salar Mehmûd berxwedêrên çalakiyên grevên birçîbûnê silav kir û got; "Ev zilm û zordariya dewleta Tirk a li hemberî Ocalan di dîrokê de mînakên wê kêm in. Di nava 20 salan de ji bo rakirina tecrîda li dijî Ocalan gelek hewldanên cur bi cur li Kurdistanê û derveyî Kurdistanê hatin meşandin. Yek ji van jî çalakiyên greva birçîbûnê ne. Lê mixabin raya giştî bi qasî ku tê xwestin, wate nadin vê berxwedanê. Erka medyayê ew e ku bûyerê ji cihanê re eşkere bike."

Rêber Apo li Îmralî bû sembol

Rojnamevan Zana Elî jî piştgirî da çalakiyên greva birçîbûnê û got; "Divê hemû beşên civakê piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Apo. Dewleta Tirk Rêber Apo girtin. Lê Rêber Apo li Îmralî bû semboleke weke Mandela û Gandî. Li hemû cihanê bandoriyek baş a felsefe, nivîs û pirtûkên Rêber Apo hene. Ocalan sembola têkoşîn û berxwedanê ye."

 

NAVENDA NÛÇEYAN