Greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger ên hepsyên ji doza PKK û PAJK’ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kirî,li 40 hepsên Kurdistan û Tirkiyeyê bi tevlîbûna zêdeyî 200 hepsyan didome. Malbat û xizmên hepsyan ji rewşa wan a tenduristiyê bi fikar in. Yek ji çalakgerên greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger jî Abdûllatîf Beymûr e ku li hepsa Tîpa T a Bafra ya li Samsûnê ye. Xwişka Beymûr Gulseren Yildirim li ser rewşa hepsyên di grevê de ne peyivî û diyar kir, ku ew jî weke xizmên xwe yên dîl girtî li sirgûnê ne û got, “Ceza ne tenê li birayê min hatiye birîn. Ev desthilatdarî me malbatan jî ceza dike. Dewlet bi zanabûn hepsyan dişînin deverê dûr. Em 12 saetan tên, tenê nîv saetê hev dibînin û piştre bi 12 saetan vedigerin.”
‘Daxwazên wan mirovî ne’
Yildirim diyar kir, birayê wê roja 26’ê Kanûnê dest bi greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger kir û got, “ Hefteyê carekê tenê 10 deqeyan destûrê didin wî ku bi telefonê li me bigere. Tirs û fikara di dilê me de mezin e. Divê hikumet guh bide dengê wan. Her kêliya bi bêdengî derbas dibe, kuştina mirovan e.”
‘Ez ji wan natirsim’
Gulseren Yildirim di dawî de got, “Hepsa Duzceyê ji aliyê Kazim Kaya ve dihate birêvebirin. Ew êşkenceya giran û cezayên hucreyê têra wî nekir, rabû girtî sirgûn kir. Ji bo me malbatan ceza bikin tiştekî wiha kir. Ez vê qebûl nakim û bêdeng nabim. Ji wan hatirsim û ez ê bêdeng nemînim.Heta ku sûcdar werin cezakirin ez ê dest ji wan bernedim. Birayê min bi tenê nîne, em pê re ne.”
AMED