Bêdengî mirin e

Bêdengî mirin e

Ji 15’ê Tîrmehê heta niha gelê Ehwazê li hemberî siyaseta rejîma Îranê ya bêavhiştinê û zêdebûna pirsgirêkên aboriyê daketin kolanan û xwepêşandanên girseyî dan destpêkirin. Xwepêşandan tenê bi Ehwazê re sînordar nema û belavî hin bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî bû. Di xwepêşandanan de hêrsa gel a li hemberî rejîma heyî derketiye pêş. Dîsa di wan xwepêşandanan de heya niha li gorî bîlançoyên fermî ji ber destwerdana hêzên ewlekariyê ya li ser xwepêşanderan, herî kêm 8 xwepêşander hatine kuştin û gelek ji wan hatine birîndarkirin.

Ava Xûzistanê didin bajarên din ên Îranê

Endama Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Peyman Viyan ji ANF´ê re got, "10 roj zêdetir e ku gelê Ehwazê li ser lingan e û daxwaza mafê xwe yê rewa dike; gel daxwaza avê dike, lê rejîma dîktator bi gulebaranê bersiva daxwazên gel dide. Rejîm jî bi her şêwazî hewl dide bi qetlîaman gel bêdeng bike. Gel ne tenê behsa ava vexwarinê dike, gel behsa mafê jiyanê dike. Bêaviyê bi hezaran malbat bê kar kirine, ji ber ku gelê wir zêdetir bi girtina masiyan a li çemê Karûnê debara xwe dike. Lê bi ziwabûna çemê Karûnê re masî dimirin. Bi hezaran gamêş mirin û gel nikare li ser axa xwe çandiniyê bike. Ji ber ku rejîma Îranê ava vî walatî ziwa kiriye. Ava çemê Karûnê vediguhezandiye bajarên navendî yên Îranê."

Piştî şoreşê ev cara yekem e

Peyman Viyan ji bo rewşa xelkê Xuzistanê dibêje, "Di vê sedsala bihurî de qetlîam, asîmîlasyon, guhertina demografiyê û texrîbkirina xwezayê bûne bibîranînên gelan. Ji sala 2017’an ve her sal bi şêwazên radîkal gel serî hildide û sîstema heyî ji binî ve red dike. Ev nerazîbûn bi îradeya gel bi pêş dikevin, ev pirr girîng e. Berê gel digot, bila di rejîmê de guhertin çêbe, lê niha gel dibêje, bila ji binî ve hilweşe. Dirûşmên gel hemû li dijî Vêlayetê Feqîh (Saziya herî jor a ku bi Xameneyî ve girêdayî ye) e. Êdî ti bendewarî û hêviya gel ji vê sîstemê nemaye. Ev pêlên serhildanan ji serê sala 2018’an ve destpê kir û hemû bajarên Îranê dan ber xwe. Piştî şoreşa Îranê cara yekem bû ku serhildanên ewqas berfireh û bi şêwazekî radîkal pêk tên, heta niha jî nesekinîne.“  

Em dikarin rejîmê hilweşînin

Peyman Viyan dibêje, hêza xelkê Îranê heye rejîmê hilweşîne: "Êşa gelên bindest ên li Îranê yek e, yekane rêya rizgariya wan gelan hevdengî yê. Eger tenê çend rojan ev gel dengê xwe bike yek wê rejîma faşîst nemîne, heger tenê çend rojan her kes weke hunermend, tendûristvan, nivîskar û sazî û kesên çalakvan kar bisekinîne, rejîm wê birûxe. Pêwîst e gel baweriyê bi hêza xwe bîne û bi yek carî dengê xwe bike yek da ku serketinê misoger bike. Bê dengî mirin e."

NAVENDA NÛÇEYAN

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.