Li Herêma Kurdistanê her ku diçe nezarîbênên li hember êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê li hember gelê Kurd pêk tên zêde dibin.

Parlamenterê Tevgera Goran Adil Ezîz êrîşên hêzên dewleta Tirk ên ser gelê Kurd pêk tên şermezar  kir û ji RojNews re wiha got: “Em weke Tevgera Goran gelek keyfxweşin ku, gelê Bakurê Kurdistanê li hemberî êrîşên dewleta Tirk xwerêveberiya demokratîk îlan kir. Di heman demê de, em ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd pêk tên û dibe sedemê şehîd kirina welatiyên Kurd, gelek xemgînin.”

Ezîz got: “Hêvîdarim ku sala 2016’an bibe sala rizgarkirina gelê Bakurê Kurdistanê, hikûmeta AKP’ê dest ji qetlîamên xwe berder de û gelê Kurd bi rehetî li wî welatî bijî.”


‘Bêdengî hevkarî ya Erdogan e’ 

Parlamenterê Tevgera Goran Adil Ezîz der barê helwesta aliyên Başûrê Kurdistanê ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk jî wiha ragihand:”Li gorî min hinek ji wan aliyan xwe radestî Erdogan û AKP’ê kirine û berjewendiyên hevbeş di nava wan de heye. Berjewendî jî talankirina serwet û sermayedariya wî welatî ye, di navbera wan de heyî. Peymanek 50 salî dinavbera xwe de îmze kirine.”

Parlamenterê Tevgera Goran Adil Ezîz herî dawî bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî: “Her ferdek, her hizb û aliyekî siyasî li hemberî qetlîamên li hember gelê Kurd pêk tên, bêdeng bin xiyatê li gel û welat dike. Yên bêdengî helbijêre hevkarên Erdogan in.”



SORAN MIHEMED / ROJNEWS / KERKÛK