Mihrîcana Fîlman a Kobanê ya Navneteweyî piştî xelatdayînê, pêr êvarê bi dawî bû.
Mihrîcanê 13‘ê Mijdarê di salvegara 58’an a Komkujiya Sînema Amûdê de dest pê kiribû bi organîzasyona Komîna Fîlman a Rojava. Çalakiyên Mihrîcanê li navenda Çand û Huner a Baqî Xido ya bajarê Kobanê hat lidarxistin.
Li mihrîcanê 80 film hatin nîşandan. Hêjayî bibîrxistinê ye ku hikûmeta PDK‘ê destûr neda endamên komîteya tehkîmê ango juriya festîvalê derbasî Bakurê Sûriyê bibin. Endama Komîteya Amadekar a mihrîcanê û endama Komîna Filman a Rojava, Safînaz Evdikê diyar kir ku endamên komîteya tehkîmê ji beriya hefteyekê hewl didin derbasî Bakurê Sûriyê bibin da ku beşdarî mihrîcanê bibin, lê hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê destûrneda.
Sê xelat sê derhêner
Safînaz Evdikê anî ziman ku wan xelatên mihrîcanê bêyî beşdarbûna komîteya tehkîmê ku endamên wê ji Meksîka, Brezîl, Perû û Tirkiyê ne, dane 3 derhêneran.
Navê fîlmên ku hêjayî xelatan hatin dîtin wiha ne:
Beşê filmên anîmasyonê: ”Agong” ku derhênerê wê Leyla Tobparak e.
Beşê belgefilman: ”Afrînerên Hêviyê” yê derhêner Mihyedîn Erselan.
Filma sînema: ”Bêdengiya kesekî din” a derhêner Modela Caradivo.
Film li kampên Eyn Îsayê, Şehba li Bakurê Sûriyê û li Wargeha Mexmûr a li Başûrê Kurdistanê jî hatin nîşandan.
Ji sedî 60 filmên jinana
Safînaz Evdiko wekî din bal kişand ser zêdebûna filmên derhênerên jin û bi perspektîfa jinê û got, ”Di mihrîcanê de bi taybetî filmên jinan bal kişandin ser xwe. 60 ji sedî yê filman ên jinan bûn. Di heman demê de filmên ji aliyê jinan ve hatin çêkirin hebûn. Gelek filmên jinan ji welatên cuda yên cihanê hatin şandin. Ev yek jî di mijara filmên bi perspektîfa jinê de ji bo me bû tecrûbeyek.”
ANHA / KOBANÊ