Çalakiya rûniştina li pêşiya saziyên Ewrûpa yên li bajarê Fransayê Strasbourgê di hefteya xwe ya 4´an de dewam dike. Hefteya pêşî li ber Parlamena Ewrûpa, hefteya 2´yê û 3´yê li ber Konseya Ewrûpa û vê hefteyê dîsa çalakger nobeta xwe û çalakiya xwe ya rûniştinê li ber Parlamena Ewrûpayê dikin.
Çalakger banga “Nebin şirîkê sûcî, çareseriyê peyde bikin” pirrcarî dikin.
Grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD´ê Leyla Guven (beriya bi 161 rojan) û Nasir Yagiz (beriya bi 148 rojan) doza bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin. Çalakiyeke din a greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger jî bi beşdariya 14 kesan li Strasbourgê ev 122 roj in dewam dike. Ji bo piştgiriya çalakgerên greva biçîbûnê kiu ji 1´ê Adarê ve qederê 7 hezar girtiyî jî li wan zêde bûne, û ji bo bidawîkirina tecrîdê, bi kordînasyona KCDK-E û TJK-E´yê, 25´ê Adarê çalakiyên rûniştinê yên 5 rojan dest pê kirin û ev çalakî niha di hefteya 4´an de ne. Kurdistanî ji gelek bajarên Ewrûpayê beşdarî çalakiyê dibin û bang li Konseya Ewrûpayê û CPT’yê dikin ku di warê bi dawîkirina tecrîda li Îmraliyê de bi erka xwe rabin.
Di çalakiyê de doh jî dovîzên li ser wan nivîsandî “Leyla Guven ev bêhtirî 150 rojan e ku di greva birçîbûnê de ye”, “Kurdan dawî li DAIŞ´ê anî, hûn bi bêdengiya xwe Kurdan dikujin”, “Azadî ji Ocalan re”, “Li hepsan 7 hezar kes di greva birçîbûnê de ne”, “Bêdengiya kujer” hatin hilgirtin. Di çalakiyê de misêwa agahdarkirinên bi hoparlorê hatin kirin.
Di çalakiya vê hefteyê de Kurdistaniyên ji Fransa, Elmanya, Swîsre û Awusturya beşdar in.
STRASBOURG