Geliyê Verde yê li Arizona ya Dewletên yekbûyê yên Emerîkayê (DYE), gencîneyekê ji dîroka xwecihên Emerîkayê dihewîne. Ev dever hema li bakurê Çolistana Sonoranê ye. Li devera ku Rûbara Beaver (Darbirr) diherike geliyî, keleheke di şikeftekê de çêkirî heye. Ha ew jî nîşana dîrok û çanda xwecihên vê deverê ye ku ji wan re Sînaguwa tê gotin.
Ji vê keleha di şikeftê de dibêjin, Keleha Montezuma, di rastiyê de avahiyeke 5 qatî ye ku jê re xelk pueblo dibêjin. 381 metreyên bi çarçik firehiya qatekî ye. Lêkirina wê jî Beriya Mîladê 1100´î dest pê kiriye. Devê çikeftê ji erdê 27 metroyan bilind e.
Beştên ku qatên avahiyê jihev qut dikin, hîna jî ew ên ku xelkê Sînaguwa beriya bi 800 salî danîn bi xwe ne. Niha jî hewldan hene ku ew werin saxlemkirin bi rêbazên modern ên zanistî.
Hema li kêleka şikeftê qederê 600 metroyan dûr, cihekî mîna bêrmê heye, ev di rastiyê de ciheke ku ava herik lê digewime û dîsa diherike diçe. Sînaguwayên berê ev ava hanê ji bo avdana zeviyên xwe bi kar anîne.
PHOENIX