Bedrê ya Hincûr li gor nasnameya jê re hatiye amadekirin di sala 1911'an de Li Bakurê Kurdistanê li gundê Dênwana girêdayî Midyad aMêrdînê ji dayik bûye. Lê bi xwe dibêje; "bavê min ez dereng qeyd kirime. Salê min ê rastî 109 in". Û wek delîl dibêje; "Fermana Filehan -Tevkujiya Ermeniyan- baş tê bîra min. Ez wê demê de 9 salî bûm. Ya rasti ez 1906 ‘an ji dayik bûme" Mîna piraniya Kurdên Êzîdî yên li Bakûrê Kurdistanê Bedrêye Hincûr jî warê bav û kalan diterikîne û ji sala 1993'an vir de li Almanyayê dijî. Heft salin çavê wê hatine girtin û nema dibîne.  Jina Kurd a Êzîdî ya ku qirnek li du xwe hiştiye û jiyana wê mîna behrek bê binî ye.  


Mînaka jiyana xwezya

 Mîna piraniya malbatên Êzîdî malbata Bedrê jî dabara xwe bi sewalkarî û çandiniyhe dike. Li gor şert û mercên demê jî malbateke dewlemend tê hisbandin. Bedrê ya Hincûr tevî temenê mezin û bandorên giran ên jiyana borî jî mîna doh li bîra wê ye. Têkildarî salên zaroktiyê wiha diaxife: "Derdora 1000 pez û dewarê me hebûn. Me debara xwe bi sewalkariyê dikir. Malabata min koçertî dikir. Her tim pez li çiyan digerandin. Hemû hatiniya me li ser pez bû û em her tim bi xwezayê re bûn. Me her tişt ji xwezayê digirt. Tu tiştekî me derve nedihat."


'Fermana Filehan jibîr nakim'

Di dema sohbeta me de Bedrê ya Hincûr rêwîtiyeke sed salî dike û di tevger û sîmaya wê de xwuya dike ku êş-azar, şahî-xemgînî, bêrîkirin, hesret û gelek hestên din bi hev re dijî. Lê belê bûyerek heye ku bi gotina wê "tu car ji bîra wê naçe" û diyare bandor û şopa xwe li hemû kêliyên temenê wê xistine. Ew jî bi gotina wê "Fermana Filehan" yanî Tevkujiya Ermeniyan e. Êş û trajediya salên fermanê wiha vedibêje Bedrê ya Hincûr:  "Qirkirin û koçkirina Filehan her tim tê bîra min. Gava tê bîra min dikevim nav xemginiyekê. Ez neh salî bûm, min ji çiyê piştek ezing dianî mal. Mirov diaxifin û digotin hinek fileh hatine kuştin, yên din reviyane, em jî herin tişte ku du wan man bigirin.  Derdora me di qirkirina Filehan de rol negirt, lê piştî ku Fileh hatin kuştin û reviyan mal û milkên wan desteser kirin." 


Sê xela derbas kirin

Mîna salên Zaroktiyê ciwantiya Bedrê ya Hincûr jî di nava pez û karê gundewariyê de derbas dibe. Di lîteratura Kurdan de tinebûna zad û salên birçîbûnê bi gotina, "Xela" tên îfade kirin. Bedrê jî sê xela derbas kirine û wan deman wiha tîne bîra xwe: "Ciwantiya min jî hemû li ber pez û karikan derbas bû. Di jiyana min de sê xela derbas bûn. Sedem şer û kulî bûn. Kulî li genim diket nedihişt mezin bibe. Ji ber wê xwarin tûnebû. Me li çolê berû û kakil kom dikirin, dikeland dibir aş dihêrt, dikir nan û dixwar. Jiyan wê demê gelek dijwar bû. Tu xwarin tunebû ku mirov bixwe."

Bêgûman xemgînî, êş û azar tên bîra Bedrê, lê belê xweşî jî hene... Mîna ku wan rojan dijî qala bêhna xweş a sabûna kizwanan dike: "Me li çiyan kizwan berhev dikir  û dikir sabûn. Me xwe û kincên xwe biwê sabûnê dişûşt. Bêhna wê gelek xweş bû. Bêhna wê heta sê rojan jî ji me dihat."


Xwarina me nedixwarin

Bedrê ya Hincûr di bîranînên xwe de bi xemgînî qala nêzîkbûna hin Kurdên Misilman dike û dibêje: "Navbera me û misilmanan ne hewqas baş bû. Gava xwarinik bi destê me jinên Êzîdî bihatana çêkiririn an jî destê me lê biketina nedixwarin. Lê bes hinek Misilman bûbûn kirîvê me, tenê wan xwarina me dixwar. "


Aliyê xemgîn ê temenê dirêj

Di nava Êzîdiyan de çanda pirjiniyê tuneye lê belê îstîsna hene. Bedrê ya Hincûr jî yek ji wan jinê Êzîdiye ku mêrê wê jinê tîne ser. Têkildarî vê mijarê jî Bedrê wiha dirêjî axaftina xwe dibe: "Li welat beriya niha gelek zilm û zext li ser jinan dihat kirin. Jin wek insan nedihatin hesibandin. Wekhevî di navbera jin û mêran de tunebû. Tu keçek bi dilê xwe nedizewicî."

Tevî ku dapîra Bedrê aliyên xweş ê temenê dirêj înkar nake jî bi van gotinan aliyê xemgîn ê jiyina salên zêde radixe ber çavan: "Emirekî dirêj gelek xeş e, lê nebaşiyê  xwe jî hene. Heşt zarokê min çebûn. Keç û kurekî min dijîn. Şeş ji wan mirin. Min mirina şeş zarokê xwe jî dît. Ew jî aliyekî ne baş a direj jiyankirinê ye." 


Bi Xwedê minê şer bikira...

Trajediya Şengalê, durketina Êzîdiyan ji cih û warê xwe dilê Bedrê ya Hincûr diêşîne û bi keserên kûr xweziyên xwe bi me re parve dike û vê bangê li Êzîdiyan dike: " Gotina min ji Êzîdiyan re; ola xwe bernedin û baş hîn bin. Cîh û warê xwe bernedin. Her yek ji we bibin Evdalê Zeynê xwedî axa xwe derkevin.  Ji ber êrîşan gelek kesî Şengala delal terikandine. Banga min li keç û xortan e; bila tu kes cîh û warê xwe bernede. Şengal cîhek pîroz e. Xwezîka ez civan bûma û çavê min bidîta. Bi xwedê ezê vegeriyama welat û li hember dijmin, minê  şer bikira. “


Min bêriya welêt kiriye;

Bedrê ya 109 salî di jiyana xwe ya li Almanyayê de rojeke bi tenê jî hêviya xwe ya vegera welêt wenda nake. Hêna jî bihêvî ye lê bi gotina wê, "mala xwediyê ixtiyariyê be" ji ber ku ji aliyê fizîkî ve gelekî lawaz bûye. Hesreta welêt jî bi van hevokan hêdî hêdî ji devê wê dirije: "Ez dixwazim vegerim welat, lê mixabin îmkanên min nînin çavê min nabînin û lingê min nagirin. Gelekê bêriya welat dikim. Ez gava hatim Almanyayê, min bivirê xwe li gund vêşart. Min got rojekê ez vegerim welêt bi tevir û biviriê xwe xebat bikim. Welêt tevî hemû zor û dijwariyê jî gelekî xweş bû. Hemû tiştê me hebû. Mirî an zindî ezê vegerim welat. 


'Bi saya Serok wekhevî pêk hat'

Bedrêya Hincûr tevî temenê xwe yê mezin kêlî bi kêlî têkoşîna azadiya gelê Kurdistanê jî dişopîne. Bi taybetî hezkirin û dilsoziya xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd re bi me re parve dike: "Gelekî ji Serok Apo hez dikim.  Bi saya Serok Apo  cudahî di navbera însanan de rabû, jin û mêr wek hev bûn. Bi saya Serok Apo em îro bi rehetî dikarin bêjin em Êzîdî  ne. Ji saya rêxistina wî de em wek Êzîdiyan jiyan dikin. Gava Serok hate girtin ez gelekî êşiyam, bê çare mam, min xwast ez xwe daliqînim an jî xwe bişewitînim lê min rê nedî. (Navberê dide gotinên xwe û ji min dipirsê; Lawê min belkî tu bizanibe, gelo Serok kengî tê berdan) Keç û xortên Kurd banga min ji we re, ji bo Serok azad bibe bêhtir bixebitin."



ERKAN GULBAHÇE/SAARBRUCKEN