SEMÎRA DAWÛD
ANHA/GIRÊ SPÎ
Tiştekî ji koçberiyê û windakirina xizm û malbatê dijwartir tune ye, nemaze hilweşandina her deverekê. Ev rewş di tabloyeke şêwekariyê de ya koçberê bi navê Mihemed El-Hesen ku di kampa Eyn Îsa de bi cih bûye tê vegotin. El-Hesen diyar dike ku wî di nexşekirina tabloyê de rengên hêviyê bi kar anîne û wiha dibêje: “Ez li vir im û hê jî li ber xwe didim.”Di kampa Eyn Îsa ya koçberan de welatiyên hema hema ji seranserî herêmên Sûriyeyê hene. Di nava van koçberan de gelek kesên afirîner jî hene. Yek ji wan jî Mihemed Hesen e.
Hunera di bin konan de
Di bin koneke koçberiyê de şêwekar Mihemed Hesen ji ber germa havînê aliyên konê rakirine û tabloyên xwe dinexşîne.
Şêwekar Mihemed El-Hesen ji bajarê Reqayê ye û 46 salî ye. Bavê 4 zarokan; 2 keç û 2 xort e. Hesen beriya ku çeteyên DAIŞ’ê bajarê Reqayê dagir bikin xebatên xwe yên şêwekarî û muzîkê didan meşandin. Piştî dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê ew neçar dimîne ku dest ji şêwekariya xwe berde. Çeteyên DAIŞ‘ê dema ku bi ser mala Hesen de digirin, hemû tabloyên dişewitînin, ûda wî jî dişkînin. Her wiha mala wî wêran dikin.
Carake din li hêviyê vedigere
Hesen ji ber hovîtiya çeteyan neçar dimîne ku koçî herêma Eyn Îsa bike û di kampê de bi cih bibe. Di kampê de careke din dest bi xebatên xwe yên şêwekariyê dike û naxwaze dest ji xewn û hêviyên xwe berde. Hesen niha di tabloyên xwe de serpêhatiya herêmê bi rengên hêviyê dinexşîne. Her wiha rewşa koçberên di kampê de jî di tabloyên xwe de taswîr dike.
Hesen di tabloyên xwe yên rengîn de diyar dike ku tevî hemû serpêhatiyên xwe hê jî li ber xwe dide. Ew li ser hunera xwe dibêje:“Ez aramiya xwe di şêwekariyê de dibînim, ez hemû dema xwe bi nexşkirina tabloyan re diborînim. Bêhna min lê tê der. Ez di her tabloyeke xwe de peyamekê ji derdora xwe re dibêjim.“
Hêviya vegerê xwe lê vedaye
Helen li ser serboriya koçberiya xwe jî diyar kir ku her bi êş û zoriyê re rûbirû maye û got:“Li vir di kampa koçberiyê de êş û zordarî li hev dicivin. Koçber bi saya alîkariyên rêxistinan dijîn. Lê hêviya me ya vegera bajarê me piştî ku hate rizgarkirin mezin bûye.”
Li kampê xwedan hêviyên mezin e
Hesen behsa daxwazên xwe kir û wiha pê de çû: “Xewn û daxwazên min hene û ti kes nikare wan biçewisîne. Hêviya min a ji bo vegerê gelekî mezin e. Eger derfet re peyda bibe ezê pêşangehekê vekim.“
Hesen niha de nikare vegere bajarê xwe ji ber ku çeteyên DAIŞ’ê mala wî şewitandine û lêçûnên avakirian malê bi wî re tine ne. Dîsa jî hêviyên wî mezin in da ku vegere bajarê xwe û jiyana xwe ji nû ve geş bike.
Şêwekar Hesen yek ji kesên afirîner e di kampê de. Li rex şêwekariya xwe her wiha helbestan jî dinivîse.