Navê yekem romana Mamo Kader ku ji weşanên NA´yê derket Bêhnekê Bidin Miriyan e. Wêneya bergê, şêwekar Luqman Ehmed çêkiriye. Romana ku xwe dispêre serpêhatiya jineke Kurd, çîrokê di 146 rûpelan de vedibêje.
Weşanger romanê wiha dide nasîn: “Di romanê de trejadiya ku bi hezar carane xwe çendbare dike, bi pênûs û şêwaza Mamo Kader. Carekê din hêma û rastiya sînor, binxet, zindan, leşker, fedoalîteyê bi bîra me dixe. Qedera ku li eniya xelkê me daye, xwe di vê romanê de telandiye û ji nişka ve li gundekî dixe. Gund li malekê, mal bi serê malbatekê de... pişt re jî bêdengî!”
IZMÎR