
Girîngiya bicîhanîna sozê, parastina mirovê xwe sipartine wan, qebûlnekirina zext û zorê mîna taybetmendiyên jiyana rojane di dîroka Kurdan de taybetmendiyên pîroz in. Stran, destan, bibîranîn, bi giştî dîroka Kurdan tijî mînakên çanda lehengiyê ne.
Nûrî Dêrsimî di xîtabeya xwe ya ji bo ciwanan de lehengî û serbilindiya Kurdan wiha rave dike:
“Di tevahiya dîrokê de ti hêzê nekariye ku bi me têkçûnê bide qebûlkirin. Bi zêdehejmariya xwe dema hêzên dijmin xwestin dakeve qada şer, Kurdan tim bersiva 'belê' dan. Hemû hikmeta hebûna me, sir û raz a doza me di vê peyvê de veşartî ye.”
Bişarê Çeto
Dixwazim bi şîroveya Salihê Qûbînî strana “Bişarê Çeto” di warê mêrxasî û lehengiyê de analîz bikim. Stran mîna dueteke di navebera Çeto û lawê wî Bişar de derbas dibe. (Di hin versiyonan de dueta Bişar û jina wî Gulê ye)
Bişar ê mehkûmê dewletê ye û di encama bêbextiyê de li gel şivanan di xew de û di bin kulav de tê girtin.
Şêwazê dilgirtina Bişar, bavê wî Çeto bêzar dike, û wiha bang dike:
Gava Bişarê Çeto, Bişarê Axê dibû mehkûmê serê çiyan
Gelekî dilê min bi rehma xwedê xweş bû; min digo qey wê bînê eskerê Eliyê Yûnis, Qewmê Çiyan
Min nizanibû ji axa û axaleran xwe girtiye li Hesoyê Birehîm Axa yê Bişêriyê…
Du heb cendermeyên romê bi destê Bişarê Çeto girtin, ew derxistin ji nava yetaxan, ji nava ciyan…
Ji aliyê cendermeyan ve li sûka Bedlîsê tinazpêkirin û biçûkxistina Bişar jî Çeto gelekî diêşîne, lewra bi van gotinan bêzariya xwe vedibêje:
Destê xwe diavêtine kosteka saeta te ji berîka te deranîn
Ji gotinên alemê; destê xwe li hev dan û ji xwe re bi te keniyan…
Bişar şerm dike û dixwaze rewşê bi bêderfetiyê rave bike. Mêrxasî û lehengiya xwe wiha bi bîra bavê xwe tîne:
Wê rojê tu dibêjî siûda min çû, îqbala min lê neanî,
Qey li bîra te nayê; roja destê te li darê kelepçê dan û li pêşiya Mifrezeya Sêrtê dibirin,
Minê destê xwe avête xopana Fidayiyê bavo (tifinga Çeto), ji malê hilanî
Min avete Dirênc (duryan) a Têlanê; ecêb û sosreteke giran bi serê Mifreza Sêrtê de tanî,
Bi kotek û darê zorê bi devê Fidayiyê
Min bavê xwe ji pêşiya Mifrezaya Sêrtê deranî
Her wiha Bişar şerê navenda ê Kela Meranê li dij eşîra Mihemedê Bişar û desthilanîna xwe ya di wî şerî de vedibêje. Dîsa bi bîr dixe ka ji ber konê Fetah Begê Mîrê Xerza, mehîna wî çawa ji bavê xwe re anî…
Lê Çeto, Wî bi tirsonekiyê û neteqandina guleyekê li dij leşkeran tawanbar dike. Lê diyar e mîna rêbazeka pêşiyên Kurdan vê yekê ji bo motîvasyon û pêngavekê bide avêtin dike. Lewra gotinên girantir dibêje;
Sibe ye, ezê bi diyarê Girê Beraza diketim, bi kizin e.
Tifinga destê Bişarê Çeto, bi sê toq e, bi sê bazin e.
Bi gotinê alemê; ji tirsa du heb cendermeyên Romê,
te îro kulav li xwe kir, ji xwe re tu buyî şivanê bizinan
Bişar fêhm dike ku êdî neçar e rewşê telafî bike û lekeya hatiya ser navê xwe rake. Plana xwe ji bavê xwe re dibêje; dema roja hevdîtina bi girtiyan re xanima wî Gulê demançeyê wê bîne bigihijînê Bişar.
Vê carê Bişarê Çeto pesnê xwe dide ne bi lehengiyên demo borî, bi biryara lehengiyê ya rojên pêş! Ev di heman demê de soza wî ye, yanî êdî berpirsiyarî girtiye ser milê xwe. Bişar wiha bang lê dike:
Lo bavo tu van henekan bi min neke.
Bila Xaliq Rebê alemê tu caran bêkeysiyê bi serê kurê camêran neke
Axa û axaler tevî alema Bitlîsê bila wê rojê werin,
wê rojê tu temaşe li lawê xwe ke
Bi izin û îrada rebê xwe kim
ezê destê nobetçiyan, midûran tevî qerdiyanan
bi qeyd û bi lelekim
ezê deriyê Hepisxana Bedlîsê li temamê girtî û mahkûman vekim.
Duet li vir bi dawî dibe û beşa fînalê ya stranê mîna sahneya filmekê ya vekirina deriyê hepsê vedibêje. Dengbêj Hepsa Bedlîsê wiha pênase dike:
Bila xwedê xira bike Hepsa Bedlîsê têr û tije ye,
ti caran xalî nabe ji tirkan, ji kurmancan,
ji axa û axaleran, ji tek û tûkê Qizilbaşan.
Bişar gazî dikir li topa erqedaşan,
Temamê alema Bedlîsê destê xwe li hev didan digotin;
Yaşa Bişar Axawo ji te revt yaşa!
Ji wê rojê heta weke vê rojê yaz dike li paytextê Tirkan, li xopana Enqerê,
li qeyde û kutûkê Mistafa Kemal Paşa.
Peyvên dawî yên stranê, yanî ketina navê Kurdekî ya dosyayên dewleta Tirk jî mîna rûmetê, mîna serbilindayiyê, yanî mîna xelatekê tê bi nav kirin. Ev jî asta lehengî, sekna li dij serdestan a Kurdan nîşan dide.