Westerneke Kurd
Di beşa Keşfên Navneteweyî ya festîvalê de wê fîlmên Cemşîd Mahmûdî yê ji Afganîstanê, Amîn Dora yê ji Lubnanê, Elcîn Mûsaoglû yê ji Azerbaycanê û derhênerê Kurd Hinêr Salim 'My Sweet Pepper Land' wê bên nîşandan. Fîlmê ku weke 'Westerneke Kurd' tê binavkirin, bi mijara xwe hem erdnîgariya herêmê hem jî piştperdeya polîtîk radigihîne temaşevanan. Fîlm wê di 14-15'ê Mijdarê de li Mannheimê, di 12-15'ê Mijdarê de jî li Heidelbergê were nîşandan.
Serhatiya du zarokan e ´Bêkes´
Di fîlmê 'Bêkas (Bêkes)' yê Karzan Kader de, di dema zext û komkujiyên rejîma Seddam anî serê gelê kurd de tiştên bi serê du zarokên bi salan bêmal mayî de hatî, tên vegotin. Karzan Kader, senaryoya fîlm li ser xewnên dema zarokatiya xwe ava kiriye. Fîlmê 'Bêkas' ê derhênerê Kurd Karzan Kader wê di nava fîlmên zarokan de bê nîşandan. Yên ku hez dikin dikarin di 10-13'ê Mijdarê de li Mannheimê, di 12-14-15'ê Mijdarê de jî li Heidelbergê lê temaşe bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN