Di helbesta Kurdî de Nalî çawa ekola klasîk be di Soranî de Şêrko Bêkes jî wisa ye ji bo helbesta modern (û heta ji modern û wê de) a Soranî. Ew şoreşgerek bû ku bi helbesta xwe dikarî dilê dîktatoran jî zîz bike, lê ji şoreşgeriya xwe neyê xwarê û dîktatoriya wan li nav ser û guhên wan bixe*. Hem ji bo miletê xwe û hem jî ji bo nirên azadiyê, ew bû rêwiyekî Kurdistanî heta wê roja ku li mekanê xwe yê dawiyê êdî mazurvaniya evîndaran kir. 

Şêrko Bêkes dema ku 2´ê Gulana 1940´î li taxa Goyjeya Silêmaniyê hat dinê ew ne xerîbê helbestê û hunerê zimên bû; ew kurê helbestvanê navdar Faîq Ebdila Bêkes bû, kurê Şefîqe Seîdî Westa Hesen bû. Ew li du bajarên ruhekî hestî-zîz û helbestî ango li bajarê paşayê Baban Silêman avakirî, Silêmaniyê û li bajarê ku êdî Hîcazê têra împeretorên wê nedikir û Emewiyan ji xwe re û ji qesrê xwe re wekî paytext diyar û ava kir, li Bexdayê jiya û xwendina xwe ya seretayî û navîn temam kir.

Bêkes hîna di 17 saliya xwe de dest bi nivîsandina helbestan dike û cara pêşîn helbestên xwe di kovara Jîn de li Silêmaniyê belav kirin. Li Bexdayê zanîngeh qedand û kitêba xwe ya yekem a bi navê Tirîfey Hellbest jî dîsa li vî bajarî sala 1968´an çap kir. Sala 1969´an pirtûka wî ya duyem derçû. Bêkes bi Kurmancî, Tirkî, Elmanî û Ingilîzî dizanî û ev jî ji bo wergerên helbestên wî paşê bû misogeriya pêşîgirtina li guhertina maneyê. 


Xwediyê terza xwe bû

Ji bilî helbestê wî çîrok û piyesên ji bo Şanoyê jî nivîsîne, bi giştî mohra xwe li bin 41 berheman daniye û pirtûkên wî li di navê de Ingilîzî, Erebî, Elmanî, Flamanî, Swêdî jî li gelek zimanan hatine wergerandin. Mijara sereke ya helbestên Bêkes xweza û azadiye, helbet, di dema pêşmergetiya xwe de li ser şoreş û berxwedanê jî gelek helbest nivîsîne. Heta dawiya emrê xwe jî wî xwe ji mijarên tesîr li civaka Kurd û li Kurdistanê dikir venegirt û mijarên helbesta xwe bi vî rengî dikarî zindî û pirreng bihêle. Bêkes, di hevpeyvîneke li gel nivîskar Mehmed Uzun de got, ji helbesta Kurdî ya nûjen bala wî dikişand, bi taybetî helbestên Goran û Herdî dixwendin. Ji ber ku pirr baş li Kurmancî jî serwext dibû, dikarî helbesta Kurtdî bi giştî baş bixwîne, nas bike û di dawiyê de xwe ji wan bifilitne terzê xwe, ango helbesta Şêrko Bêkes biafirîne.

Bêkes tevahiya bûyerên diyarker ên civaka Kurdistanê, diyardeyên reng ûawayî civakî diyar dikirin, didîtin û bi terzê xwe ew bi hest û helbest bi ziman dikir. Di helbesteke xwe ya ji bo Helebce de ji Xwedê re dinivîse:

“Le diway xinkanî Helebce
Sikalayekî dirêjim nûsî bo xwa 
Ber le xelkî
Bo dirextêkim xwênewe
Dirext girya 
Le penawe,
Balindeyekî posteçî
Witî:” Başe kê bot eba?
Ger be temay minî bîbem,
Min nageme erşî xuda.”
Bo şew direng 
Firîştey reşpoşî şê’irim 
Witî: “To hîç xemit nebê;
Min bot ebem heta serê,
Ta keşkelan 
Belam belênit nayemê xoy namekem lê wergirê;
Xo deyzanî, xuday gewre kê eybînê?”
Witim: “ Supas, to helfire”
Firîştey Îlham,
Helfirî û

Le gel xoya sikalay bird.
Rojî diwayî ke hatewe,
Sikirtêrî pile çiwarî nûsîngey xwa
“Ubêd” nawî
Her le ser heman sikala û le damêna
Be erebî boy nûsîbûm: “Gewc e!
Bîke be erebî,
Kes lêre kurdî nazanê û
Naybeyn bo xwa!”



Xwe nas dike

Kurdan nas dike û dide nasîn

Ne tenê ew, dema ku cihê berxwedanê di civaka Kurd de terîf dike, belkî jî di helbesta Kurdî ya modern de bi awayê herî serketî, zarokan terîf dike; zarokên Ereb, Tirk û Faris li aliyekî û li aliyê din ê Kurd. Ji bo ku guhdar yan jî xwîner vê yekê nebîne, ya divê kor be, yan jî korfêm:

Çiwar minalî

Turk û

Fars û

Ereb û

Kurd 

Wêney mirovêkyan kêşa 

Yekem serî

Duwem leşî

Sêhem qaç û destekanî

Çiwarem çekî kirde şanî!

 

De fermûn Sine le sêdare biden

Helbet di helbesta wî de hestiyariya wî ya insanî û civakî, tevî hostekariya wî ya peyvê, wê têrê nekira ku karibe bibe şairekî ewçend mezin; dinyadîtîbûna wî, û ew derfeta wî ku pê dikarî hestên êş û şahiyê, ken û girî, girîzok û hêviyê di nava jiyan û tecrûbeya xwe de bi peyvên xwe bipîve, dikir ku helbesta wî hem kêmqisûr (ji bo ku nebêjim bêqisûr) be û hem jî xwemxurê miletekî, zimanekî be. Ma ne wisa be, kê wê karîbûya, terorkirin û li sêdarêdan a ku bi gotina wî “du medaliya û pênaseyî here diyarî yê mirroyî rûnakbîran û gencanî em Kurdistan in”, bi helbestî îfade bikira, êş û hêviya Ferzad Kemanger û Şîrîn Elemhûlî bipeyivanda (9´ê Gulana 2010´an li Silêmanî dinivîsî):


Lem biyaniyewe…. şeqamî here gewreyî Sine

bû be Ferizadî Kemanger…

lem beyaniyewe… gewretirîn baxçheyî Mehabad bû be Şîrînî ‘Elemhulî...

le kaziyweyi emrrowe... hemû ew mindallaneyî le dayik bûn

nawî Ferhadî Wikîliyan lê nira!

lemrrowe…

le yekem gizingî demew beyanewe mehdî îslamiyan bû be gomî wan

le şefeqî em rowe..

‘Elî Heyderyan

bû be taq bustanî Kirmaşan...

de fermûn Sine le sêdare biden?!

Mehabad ser birrin…

de fermûn mehêllin mindallanî ême le dayik bin?!

de fermûn

mehêllin baran bibarê û mehêllin giya sewz bê w

mehêllin zewî bijî!


Min îtir lemrrowe ‘aşiqî çawanî Şîrînî ‘Elemhulîm

lemrrowe her çî şêi’rm heye eyanikem be

gullî goranî bo ballayî Şîrînî ‘Elemhulî..

le êstewe min tallê le qijî ye wim..

le êstewe

min nînokî penceyî ewim..

le êstewe min îtir ebime ew cûte pêllawey

ke le dwacar le pê kirdû pêyî çiwe ser sêdare w

le êstewe min bazneyî be cê mawî destî

Şîrînî ‘Elemhulîm…

komarî sêdareyi îslamî

çî le sêdare neda, le xewnewe bo şêi’r w

le şêi’rewe bo jin û le jine we bonan w

bo aw û bo gull û bo kanî

komarî sêdarey‌ îslamî

eweyî natwanê hergîz hergîz le sêdarey bida

ayindeye û azadî.. 


Bêkesiya Şêrko û ya miletê wî

Ji bo Şêrko Bêkes welat çar parçe nebû, her yek bû, ji ber wê jî beramberî temamê Kurdistanê, hestiyar bû. Sala 1999’a, 15’ê Sibatê, dema Abdullah Ocalan di encama bêbextiyeke navneteweyî de radestî Tirkiyeyê hat kirin, di ekranên Med TV´yê de ev helbest bi qîrîn û gazin digot, ev der Silêmanî ye, ev çend roj in xemeke mezin ber pencereya jiyana me û asîmanê ser malên me û geliyên hinavên me dagirtine û bêxwedîtiya miletekî li hemberî bêbextiyeke navneteweyî wiha îfade dikir: “Hemû dilêk em şare de wek sêwî serletî, ber terze balerzê elerzê, hemû dilêk em şare de dilop dilop xunawêkî binawsorî em tenyayî bêkesiyeyî miletêkî lêetike w lê re Silêmanî ye...”


Lêre dengê şoreşêye

Di navbera salên 1965-1987´an de pêşmerge bû û di heman demê de jî li radyoya bi navê Dengê Şoreşê xebitî. Van salan li Balekiyatî dema ji radyayoyê dengê “Lêre dengê şoreşêye” bilind dibû, ew deng ê Şêrko Bêkes bû.

Serê sala 1970´yî di nava tevgera “Ruwange” de cîh girt. Ev tevger ji bo helbesta Kurdî rêyeke nû vedike û helbesta nûjen derdikeve holê. Bi vê beyannameyê di her hêlê de bîhna jiyana Kurdî ket helbesta Kurdî. Bi tevî nivîskar û helbestvanên kurd Husên Arif, Celal Mîrza Kerîm û Kakemem Botanî kovareke bi navê Rwanya derxist.

Piştî têkçûna şoreşa Îlona 1974´an, hikûmeta Iraqê Bêkes şand sirgûnê, başûrê Iraqê, bajarê Rumadî. Sala 1979´an Bêkes vegeriya Silêmaniyê. Wî ti carî karê neteweyî weke karekî partiyan nedî, lê xwe ji şoreşê hîç veneda. Şêrko Bêkes di Şoreşa Îlonê de sal1964’an û di Şoreşa Nû de sala 1975´an hem weke pêşmerge û hem jî weke kedkarekî çapemeniyê cihê xwe bi rengekî çalak girt.


Her peyayê şoreşê bû

Şêrko Bêkes sala 1984´an beşdarî serhildana li başûrê Kurdistanê bû, careke din berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û dibe pêşmerge. Sala 1986´an ber bi derveyî welêt ve wek penaber çû Îtalya û ji wir jî berêx we da Swêdê. Li Swêdê bû endamê Komeleya Nivîskarên Swêdê û PENa Swêdî. Weke helbestvanekî serketî li Swêdê wî sala 1987´an xelata Kurt Tuckholsky ji destê serokwezîrê Swêdê yê hingê Ingvar Carlson wergirt.

Sala 1991/1992´yan li yekem kabîneya hikûmeta Herêma Kurdistanê dibe wezîrê rewşenbîriyê, lê piştî wezîriya du salan, ji ber nedemokratîkbûna parlamenê, wî îstîfa kir û vegeriya Swêdê. Di nava sedemîn îstîfaya wî de girtina rojnameya Welat bi îdîaya “propgandaya PKK´ê kiriye” jî hebû. Jixwe wî yê paşê bigota li welatê min, radyo kerr jidayik dibe, televizyon kor û heger bixwazin bi saxî ji diya xwe bibin, wan kerr dikin û dikujin û wan kor dikin û dikujin.


Evîndar îro jî dibin mêvanên wî

Sala 1998´an li Silêmaniyê ligel komeke nivîskar û rewşenbîran, Dezgehê çap û pexşê Serdem saz dike û Bêkes dibe serokê dezgehê.

Şêrko Bêkes piştî ku nêzîkî sê mehan û nîvê hatibû dermankirin, di 4´ê Tebaxa 2013´an li nexweşxaneya Karolinska ya Stockholma paytexta Swêdê ji ber nexweşiya penceşêra pişikan çûye ber dilovaniya Xwedê. Şaîrê mezin ê kurd di 73 saliya xwe de rehmet kir û li ser daxwaza xwe li Parka Azadî ya Silêmaniyê veşartî ye. Wî hinceta xwe jî wiha îfade dikir: Li wir bîhna min wê teng nebe, keç û kurên ciwan, evîndar wê bibin mêvanên min.


Yek welat û çar êş Bi cejnekê çar cejn


Yek welat û çar êş in Kurdistan ji bo Bêkes. Şêrko Bêkes çar caran mirinê, çar caran şînê, çar caran  giriyana dayikê dibîne, di çarparçekirina welatê xwe de. Ji ber wê jî dema behsa xaka xwe dike, dibêje: 

Xakî ême 

Le hîç xakêkî tir naçê


Xoy yek dil e û


Hemû rojê 


Be çiwar xaça da ekutrê 



Daykî ême 


Le hîç daykêkî tir naçê 


Le yek sata


Sikî ew çiwar car esûtê 



Yek kesman çiwar car ekujrê 


Boye rojê 


Le ahengî em xwêne da 


Çiwar cejn ekeyn be cejnê




Di dawiyê de jî hêviya wî xwe dide der, ku “em ê çar cejnan bikin bi cejnê“


* Sedam Hisên ê ku helbesta Şêrko Bêkes diecibîne, dixwaze ji bo wî destanekê binivîse û beramberî vê ew ê jî Bêkes xelat bike; Şêrko vê red dike û tê sirgûnkirin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN