Hemze Beko beriya 10 salan li gundê Dêrswanê yê Efrînê mamoste bû. Bi zimanên Kurdî û erebî wane pêşkêş dikirin.Di serdema hukmê Cemal Ebdulnasir de (Dema yekbûna Sûriye û Misrê) gelekî rastî astengiyan hat. Beko wiha bilêv dike: “Cemal Ebdulnasir li dijî mafên Kurdan û bi taybet zimanê Kurdî bû. Axaftina bi Kurdî qedexe kirbû.”
Ji ber van astengiyan Beko demekê tevî hin hevalên xwe yên nivîskar hatibûn girtin. Piştî ku hevjîna wî jiyana xwe jidest da û çû ser dilovaniya xwe, Beko li mala kurê xwe yên meizin dimîne. Di pevçûneke li taxê dema ku Beko hewl dida bigihêje aliyê din yê taxê, bi guleya hêzên rêjîma Sûriyeyê li lingê wî ket û birîndar bû.
ANHA/HELEB