"Heke hişmendiya Çîller û Ergenekonê guherîbe divê AKP cerdevaniyê neparêzer." Di salên dawî de Mêrdîn bûye cihê komkujiyên cedevanan û komkujiyên cerdevanan ên bi piştgiriya dewletê hêj didomin. Piştî cerdevanan di 4'ê gulana 2009'an de li gundê Zangirtê yê navçeya Şemrexê yê Mêrdînê 44 welatî qetilkirin, di 3'yê tîrmehê de jî li gundê Bafawa yê navçeya Mahsertê yê Mêrdînê 4 welatî qetil kirin. Kurê Cemîl Demîrkiran ê ku ji aliyê cerdevanan ve li gundê Bafawa hate qetilkirin Cengîz Demîrkiran, diyar kir ku berpirsiyarê komkujiyê sercerdevan Medenî Guven û Aydin Akgul in. Demîrkiran, xwest ku kesên komkujî pêk anîn bên cezakirin û wiha got: "Ev komkujî bi çekan hate kirin. Ev pirsgirêkeke hişmendiyê ye. Li vî gundî hêj jî hinek dibêjin 'Werin ji me re bibin kole. Em ji we re bêjin bimirin, bimirin, bêjin rabin bijîn' Lê em koletiya tu kesî qebûl nakin. Bi taybet ji ber ku ciwanên ber li hemberî vê yêkê bertek nîşan dan komkujî pêk hat."
Demîrkiran, anî ziman ku ji welatiyên hatin qetilkirin yê jin û pîr bû. Demîrkiran, da zanîn ku kesên hatin qetilkirin ji bo tu bûyer pêk neyê bi cerdevanan re dema dixwastin biaxivin hatin qetilkirin û wiha axivî: "Ev hovîtiye. Bila baş bê zanîn ku em pêşiya vê dozê bernadin. Em di têkoşîna li hemberî vê hişmendiyê de bên qetilkirin jî em dê ji bo mêjiyên paq têkoşînê bidomînin. Divê pergala cerdevaniyê demildest li herêmê bê rakirin. Bi salane dewlet vê hişmendî û pergalê mezin dike. Êdî em vê hişmendiyê di nava xwe de naxwazin. Em di serdema Ergenekon û Çîller de nîn in lê bila hikûmeta AKP'ê jî vê pergalê neparêze. Cerdevanên duh li gundê Zangirtê komkujî pêk anîn îro li gundê me bi heman çekan komkujî pêk anîn."
DIHA/MÊRDÎN