Gora Mahmût Alinbayê şehîd, li Pîrana Amedê di nava 100 rojan de 6 caran hat xerakirin. Dayika wî Saliha Alinbay dibêje, ez ê êdî nobetê li ber gorê bigirim.
Salîha Alinbay, rûxadina gora kurê xwe rûreş dike û dibêje, “Ma hûn ji miriyên me jî ditirsin? Bela xwe ji kurê min vekin û wî rehet bihêlin.
Dayika şehîdî: Niha jî bela xwe ji gora kurê min venakin. Ti elaqeya vê rewşê bi dînê Îslamê re nîne. 4 rojan cenazeyê kurê min li erdê hiştin.
Saliha Alinbay dayika Mahmût Alinbay e. Mahmût Alinbay 23´yê Hezîrana bihûrî di şerê li dijî dewleta Tirk de li Dêrsimê şehîd bû. Piştî ku dayika wî ew spart axa goristanê, di nava qederê 100 rojan de gora wî 6 caran hat rûxandin. Salîha Alinbay, dibêje, ew ê li dijî êrişan li ser gora kurê xwe nobetê bigire: “Bela xwe ji kurê min ê di gorê de vekin.”
Mahmût Alinbay ê HPG’yî 23’yê Hezîranê li Dersimê di şer de şehîd bû. Cenazeyê wî 25’ê Hezîrana 2019’an li navçeya Amedê Pîranê hat definkirin. Di nava qederê sed rojan de gornebaşan 6 caran gora wî xera kir. ev gornebaş jî polîs, leşker û cerdevanên dewleta Tirk in ku van salên dawiyê bi awayekî zêde êrişî gorên şehîd û pakrewanan dikin, wan rûdixînin. Malbata Alinbay nerazîbûn nîşanî êriş û xerakirina gorê bi destê polîs û leşkerên Tirk da. Dayika Mahmût Alinbayî Salîha Alinbay, rûxadina gora kurê xwe rûreş kir û got, “Ma hûn ji miriyên me jî ditirsin? Bela xwe ji kurê min vekin û wî rehet bihêlin. Ez ê li dijî êrişan li Goristana Malbatê ya Pîranê nobetê bigirim.”
Şahidan gornebaş û zîrpoş wan dîtine
Dayik Saliha, anî ziman ku roja ku êrişî gora kurê min hat kirin, hin şahidan maşineya zirxî nêzî goristinê dîtine: “Ez çûm Midûriyeta Polîsan a Pîranê. Min xwest bi rayedaran re hevdîtinê bikim. Goristan nêzî qereqola navçeyê ye û 24 saetan kamerayên mobese goristanê dişopîne. Dema êrişa destpêkê, ez neçûm. Dûre 4 carên din êrişî gora kurê min kirin. Di êrişa 6’an ez çûm Midûriyeta Polîsan. Ji min re gotin, ‘We çima li ser gorê Şehîd Pîro nivîsandiye?’ Dîsan gotin, ‘em ji gorê cesed derdixin. Tu hatî hesabê şikandina kevirê gorê ji me dikî.’ Ev gotina li miduriyeta polîsan ji bo min kirin, mikurhatina li êrişê ye ji bo min.”
Gora wî xera dikin ez dimirim
Saliha Alinbayê got, wê xwe ji bo agahiya mirina kurê xwe amade kiribû, lê rûxandina gora kurê wê ji bo wê gelekî zehmet e: “Pirr li tela min dikeve ku êrişî gora kurê min dikin. Jixwe, min dizanî wê rojekê bi rûmet û şerefa xwe şehîd bikeve. Lê ji ber ku gora wî xerab dikin, ez dimirim. Ez ê miracaetî dozger û komeleyên mafên mirovan bidim. Ez natirsim. Ez ê li ser gora wî bi şev û roj nobetê bigirim. Ev 3 meh in ez her roj diçim ser gora kurê xwe û dema ji goristanê vedigerim, diçin êriş dikin. Şahidan got, di êrişa herî dawî de maşîneyên zirxî yên polîsan li goristanê bûn.”
Kurê min rehet berdin
Dayika Saliha, bi bîr xist ku kurê wê bi çekên kîmyewî kuştin û got, “Niha jî bela xwe ji gora kurê min venakin. Ti elaqeya vê rewşê bi dînê Îslamê re nîne. Ji xwe re dibêjin ‘em misilman in.’ Heger Misilman bûna, kurê min bi çekên kîmyewî nedikuştin. 4 rojan cenazeyê kurê min li erdê hiştin. Cenazeyê wî nexistin morgê jî. Bi rojan dibin tavê de hiştin. Ev bi Misilmantiyê nizanin, bila werin ji me fêr bibin.”
Dayik Salîha Alinbay herî dawî nerazîbûna xwe wiha îfade kir: “Kurê min rehet berdin. Neçin ser gora wî. Pêl gora wî nekin. Cenazeyê wî rehet berdin. Kesekê di bin axê de, ma wê çi zirarê bide we. Ma ev çi kîn, nefret û hirs e?”
AMED