Cegerxwîn hosteyekî xurt ê gotinê ye û di warê civakî de jî wêrek e, qebqebûyê li gelek statukoyan dixwîne; lê di helbestên evîndariyê de diyar e, ew ji xeta Kurmanciyê qut nebûye.
Evîn li cem Goethe bê şik û goman, êş û kederê dûrî wî dike, wî rehet dike, dilê wî xweş dike. Ango di vê helbesta wî de evîn ji metlûbê/maşûqê xweser e, elaqedarî talib/aşiq e.
LUQMAN GULDIVÊ
Wê rojê hema wilo li hev hat û min xwest guh bidim wê strana Keremê Anqosî ji qeyda ku Hunerkomê aranje kir û di destpêka salên 90´î de belav kir. Lê min kir û nekir bi ser ve nebûm. Axir qeydiyeke xirab a sala 1989´an bi xêra keda Îbrahîm Bulak min dît, axir melodiyeke wisa ye ku piştî bi salan jî dikare kela canê mirov rake. Înternet jî, xwedê ji motorên lêgerînê razî be, dike ku mirov bi ser tiştên wiha ve bibe, ku mirov sed lomeyan ji wê bike û bibêje; ma te ev jî nîşan nedaya nedibû? Lê nîşan da. Lê ew bû misebibê xêrê jî; qet nebe kir ku ez du helbestên Goethe li Kurmanciyê wergerînim.
Cegerxwîn û kula evînê
Ez li meseleya xwe ya destpêkê vegerim. Helbesta Cegerxwîn û melodiya Keremê Anqosî, ji ber ku nakokiyeke mezin in û heta helbesta Cegerxwîn di nava xwe de nakokiyeke mezin e, min xwest ji nû ve lê bihisînim û lê binihêrim. Helbest li jêr e:
Yar zanî gulperest im, baqê gula da dest´im,
Bade ji dest nenoşîn, ax ma çima sermest im? ! ..
Mest im ji dest wê dînê, ax kuştim ax kuştim
Ax kuştim şêrînê…
Bi dilxweşî, bi yarî yarê da min diyarî,
Ne perde hişt ne çarî serxweş kirim neçarî
Serxweş kirim wê dînê, ax kuştim ax kuştim Ax kuştim şêrînê…
Maçek ji lêv şêrînê miryan tênî ser jînê,
Guft û ken û laqirdî dikin behar, havînê,
Dinya me da mizgînê, ax kuştim ax kuştim
Ax kuştim şêrînê…
Ez serê xwe niha ji hostetiya helbestê û Kurmanciyê naêşînim; nakokiya mezin li jor, di navbera hêviya ji evînê û encamên wê ne. Ev nakokî di helbesta Kurdî ya nivîskî ya klasîk de dualîbûneke dijber a xweşî/êş, reş/spî, ronî/tarî, talib/metlûb, aşiq/maşûq û wekî din xwe dide . Evîn baqê gulan e, evîndar jî yanî talibê evînê jî gulperest e. Sedema sermestiyê jî li vir evîn bi xwe ye; lê çima “kuştim şêrînê”? Maçek ji lêvên wê miriya tîne ser jînê, peyivîna pê re havînê dike behar, lê çima “ax kuştim”? Ne evîneke negihiştinê ye jî ku mirov bibêje arê firqetê, wisa kiriye; “bi dilxweşî û bi yarî” ye. Belkî gelek bibêjin, tenê gotineke, ji bo bibêje, gelek tesîrê lê dike; lê çima nabêje, “ez firê xistim”, “ez birim erşê ezmana” û li ser xet û rêûresma “dil û ceger li min kir kebab” dewam dike!
Erê pirr perde qetandin
lê ne hemû
Rastiya meseleyê belkî sir û razeke xef û çep be, lê xweş dizanim, Kurd (mînaka min wê ji Torê be) gava pesnê bedewiyê didin, dibêjin, “hema ji xwe re lê meyzêne”. Ê naxwe, çi ye ku dike Cegerxwîn pê razî nîne ku hema ji xwe re lê “meyzêne”, heta razî nabe ji evîneke bê “perde” û “çarî” jî? Bi ya min mesele ji helbestê û Kurmanciyê wê de ye. Mesele ew kêşeya xwedîbûn, milkiyet, desthilat û civaka ji rêûresmê ye jî ku tesîra xwe li şairan jî dike. Çima Milkiyet? Li vir îhtîmal e ku xema nemumkinbûna xwedîbûn yan jî milkiyeta ne daimî, xwe bide der. Çima desthilat? Dibe ku ji evînê û wê de, kontrola evînê û kontrolkirina yarê weke metlûb/maşûq li vir sedema xemê û lomeyê bin. Çima civaka ji rêûresmê? Hem milkiyet û hem jî desthilat weke zêhniyet di nava peywendeke civakî de bi gewde dibin; yanî bi destê xwe yan jî bêhemd, tişta ku li cem me weke hest û zehniyet helwêsta beramberî evînê diyar dike, bivê nevê ji vê kaniyê vexwariye. Cegerxwîn hosteyekî xurt ê gotinê ye û di warê civakî de jî wêrek e, û qebqebûyê li gelek statukoyan dixwîne; lê di helbestên evîndariyê de diyar e, ew ji xeta Kurmanciyê qut nebûye. Gava ez vê dibêjim, ez behsa forma helbesta wî nakim, lê behsa qalib, teşbîh, mecaza wî dikim.
Gula civatan û gula Goethe
Em berê xwe bidin hosteyekî din, lê hosteyekî ji civakeke din, hosteyekî alim ê pirralî; Johann Wolfgang von Goethe. Bi vê hincetê jî min çend rêzên wî ji çend helbestan wergerandin Kurmanciyê. Ez ê diduyan jê di vê nivîsê de bi we re jî par ve bikim. Ya yekê li ser gulê ye:
Weke ya herî bedew tu hatî zanîn,
Navê te hat hildan weke melîkeya kulîlkan;
Şahidiyeke giştî ya ji şik û gomanê şûştî,
Tu fitneyê didî alî, çi qewmîneke mûcîzane yî!
Naxwe, ew tu yî, tu ne tenê dîmenekî bi tisî yî,
Li cem te dîmen û bawerî digihin hev;
Lê belê zanist her lêdikole û digere, bê westa,
Li qanûn û sedema çima û çawa.
Gul mûcîzeyek e, bedewiyeke mutleq e ji bo Goethe. Ji bo wê jî nakokiya êş û bedewiyê li cem namîne. Terîfa wî ya gulê, ji bo terîfa bedewî û bêqisûriyê ye. Ew jî bûye barê (ne êş) li ser milê zanyaran (muhtemelen li vir îşaret bi aliman hemûyan dike, xasma jî yên weke xwe ehlê qelemê). Em li cem Cegerxwîn gulê bînin bîra xwe. Li jor ew gulperest e. Û di helbesta gulfiroş de, ew gul û evînê yekmane dike û jixwe, evîn û êş jî li cem wî gelek caran hevmane ne.
Evîneke maşûq tenê çare be
Em li evîna yekser vegerin. Ku mesele evîn be, Goethe xwe ji mutleqê dûr dike:
Gelo ez hez ji te dikim, ez pê nizanim.
Lê hema carekê jî ez rûyê te dibînim,
Ez careke tenê li nava çavên te binihêrim,
Dilê min ji kederê hemûyî xalî dibe.
Xwedê pê dizane ka çawa ez rehet, dilê min xweş dibe!
Gelo ez hez ji te dikim, ez pê nizanim.
Lê evîn li cem Goethe bê şik û goman, êş û kederê dûrî wî dike, wî rehet dike, dilê wî xweş dike. Ango di vê helbesta wî de evîn ji metlûbê/maşûqê xweser e, elaqedarî talib/aşiq e. Ne ku firqet li cem Goethe nîne, ne ku evînên yek alî nînin. Lê evîn xweş in. Firqet û yekalîbûn meseleyên din in. Ev aliyê evînê bi giştî di helbesta Cegerxwîn de kêm e. Bi ya min hostetiya Cegerxwîn a di peyvên Kurmancî de û nûkeriya wî xwe di vî warî de di helbestên wî de nedaye der. Belkî jî ev tercîha wî be û xwe di nava vê rêûresmê de çêtir dibîne.
Keremê Anqosî Cegerxwîn û Tara Mamedova
Keremê Anqosî melodiya xwe ji helbesta Cegerxwîn “Yar zanî gulperest im” re kiriye mal û banek. Bi rastî hostetiya Cegerxwîn a zimanî Kurmanciyê û melodiya Keremê Anqosî pirr baş li hev kiriye. Lê ez li lomeyên xwe yên ji google vegerim. Tara Mamedova, ev strana Keremê Anqosî gotiye. Ma ez kî me behsa dengê wê bikim. Deng û qirika wê xwedê dizane ji yên hosteyan in û ez pê re nagihim tiştekî li ser bibêjim. Lê herçî helbesta Cegerxwîn e, Tara Mamedova di performansa xwe de malik lê xera kiriye. Kanûna 2017´an Deutsch-Kurdisches Kulturinstitute (Înstîtuya çandê ya Elman-Kurd) li ser youtubê klîba wê belav kiriye. Hinan bigota gotinên stranan ev qasî tên guherandin, minê ji xwe re bigota, de li van, dîsa dan helamanan. Lê bi rastî jî hîna nû dest bi stranê dike û Tara Mamedova dibêje, “yar zanî gul qerest bin, barê gula destê´m…” Ceynikên min aran, bi rastî jî mûyên laşên min bûn sîx. Ez behsa wê nakim ku şêrîn kiribe şîrîn ha. Ez behsa wê dikim ku gulperest û baqê gula nas nekiribe û ji xwe re tiştinên din li hev anîbin. Xwedêwo tu hefza Kurmanciyê ji xeşîman bikî.