Di baregeha 11’min Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navnetewî de, belgefîlma Roza “Welatê Du Çeman” bi awayekî zêde bala temaşevanan kişand. Derhênerê belgefîlmê Kudbettîn Cebe derbareyê fîlm de axivî û got, wan Xweseriya Demokratîk a li Rojavayê Kurdistanê adabteyî sînemayê kiriye.
‘Komînalîzmê radigihînin’
Cebe anî ziman ku bi berxwedanê Kobanê re hat dîtin ku YPG û YPJ ji bo cîhanê şer dikin û wiha axivî: “Ew mirovên li wir ji bo populîzmê şer nakin. Wan ji bo jiyaneke komunal, wekhev û azad li ber xwe da. Me xwest em wê jiyana komunal bi awayekî dîtbarî ragihînin cîhanê.” Cebe dest nîşan kir ku li Rojavayê her kes bi reng û dengê li nav hev dijîn û wiha got, “Li Rojavayê li her herêmê, meclîsên gel hene ku di van meclîsan de her bawerî û nasname li gor reng û dengê xwe dijî. Me cih da awayê xebata van meclîsan. Ji meclîsa herî biçûk heta meclîsa herî mezin xebatên meclîsan di belgefîlmê de cih digirin.”
‘Yên dixwazin xweseriyê fêhm bikin bila temaşe bikin’
Cebe derbirî ku di serî de li Tirkiyê û bi tevahî li hemû cîhanê xweserî tê nîqaşkirin û bi awayekî teorîk xweserî çî ye tê diyar kirin, lê belê divê bi awayekîd dîtbarî jî bê nîşandan. Her wiha Cebe da zanîn ku di wê dema ku ew li wir bûne ev pergal tesîr li wan kiriye û wiha got, “Yên ku temaşeyî belgefîlmê bikin, teqez dê daxwaza jiyana li wir bikin. Bi taybetê dê yê bê dîtin ku ev pergal bo Tirkiyeyê pergaleke bivê nevê be.”
Cebe da zanîn ku dê belgefîlm li gelek bajaran bête pêşandan û dê xebatên wan î derbareyê Rojava de bdiomin.
AMED