Kanala televîzyonê ya Elman, Phoenix TV, 5 Gulanê yanî roja yekşemê, wê belgefilmeke li ser sîstema xwerêveberiya xwe disipêre fikra Konfedaralîzma Demokratîk a li Rojava biweşîne.
Ev belgefilma Phoenix TV, wê bibe di warê weşana di kanalên li Elmanyayê de yek ji kêm weşanên şefaf û bêalî ên li ser modela jiyanê ya li Rojava bi vî awayê xwe.
Bi sernavê “Experiment Rojava in Syrien-Eine Gesellschaft im Aufbruch/Li Sûrî tecrûbeya Rojava- Civakeke di geşedanê de” belgefilmê wê sibe,saet 23:15´an bê nîşandan.
Di danasîna belegefilm de ji bo modela Rojava tê gotin, “Li bakurê Sûriyê, li ser sînorê bi Tirkiyeyê re, modela ku Kurdan a zindî kirî ya demokrasiya ji xelkê ya yekser a pirrnetewe, pirrdînî ya xwerêvebirinê, li dijî hêzên li Rojhilata Nêzîk antîtezeke otantîk e.”
Nûçegihanê Phoenixê Robert King, li bajarê Rojava Amûde, sîstema rêveberiya cihî dike mijar, û nîşan dide ka sîstema xweseriya demokratîk çawa bi gewde dibe.
Piştî şeva 5´ê Gulanê, belgefilm wê hefteyekê karibe ji arşîva Phoenix/ZDF (Mediathek) karibe bê daxistin yan jî temaşekirin.
NAVENDA NÛÇEYAN