Grant Gee serê xwe bi “Muzeya Bêgunehiyê” êşand û jê belgefîlmeke bi navê “Muzeya Bêgunehiyê”amade kir.

Nivîskar û xelatgirê Nobelê Orhan Pamuk sala 2008’an pirtûkan bi navê “Masumiyet Muzesî / Bêgunehiyê nivîsandibû û pê re dest bi amadekirina bi heman navî a muzeyê kiribû. Muze piştî çend salan bi weşandina romanê li Stenbolê vebû. Derhêner Grant Gee li ser vê serê xwe êşand û belgefîlmek jê derxist. Belgefîlm ji çîroka karakter Kemal dest bi rêwîtiya xwe dike, di ser tişt, cih û waran re qala bîranîna Stenbolê dike.

Belgefîlm heta niha li gelek cihan hatiye nîşandayîn ku yek ji wan jî 72’yemîn Festîvala Fîlman a Venedîkê bû. Belgefîlm li wir rastî eleqeyê û rexneyên baş hat. Li Tirkiyeyê jî di IF Îstanbulê de hat nîşandan. Derhêner Gee berî belgefîlmê bikişîne qet neçûye li muzeyê negeriyaye lê dîsa jî dest bi kar kiriye.

Di heman demê de Orhan Pamuk bi ser belgefîlm re dest bi nivîsandina pirtûkekê kir û ev pirtûk bi heman navî ye (“Hatiralarin Masumiyeti / Bêgunehiya Bîranînan“) ji Weşanên Yapi Kredî derket. 

  STENBOL