Belgefîlma ku derhêneriya wê Veysî Altay kir û li ser navê Viyan Peyman û Sedat Topçu hat çêkirin li Navenda Çandê ya Semayê hat nîşandan. Ligel gelek welatiyan parlementerên HDP’ê yên Agiryê Leyla Zana, Berdan Ozturk, Dirayet Taşdemir û nûnerên saziyên sivîl ên civakî beşdarî nîşandana belgefîlmê bûn. Beriya nîşandanê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz hat girtin û temaşevanan eleqeyek mezin nîşanî belgefîlmê dan.
AGIRÎ