Mîro, nave pirtûka Îkram Oguz e. Romanek li ser dîroka sed, an jî sedûpencî salên dawî ye. Ji şerê Osmanî û Rûsan destpêdike û digîhêje îro. Dibe pirek di nav dem û dewranan de. Her wisa di nav nifşên berê û yên niha de. Ji aliyekî ve jî pirtûkek fêrbûn û hînbûnê, famkirin û şîrovekirina civaka Kurdistanê ye. Pirtûkek bo nifşên nû ye bo têgîhiştina pergal û sîstema eşîrtiya çavkor û nasîna dewlemendiya çand û zimanê Kurdî ye…

Wek niha, wê demê jî dê û bav cenazeyê zarokên xwe, delaliyên xwe radikin, dixin bin axa sar. Wek niha, hinek xeberek reş digirin, ne cenaze, ne beden, ne jî hestî dikevin dest. Wek niha, koçberî, berdana warê bav û kalan, koça ber bi warên nenas û neyar ve…
Kurd di nav du împaratoriyên mezin de tên perçiqandin. Yek ji rojhilat êriş dike, yek jî ji başûr û rojava ve. Ermenî cih û warên xwe terk dikin û ber bi rojhilat ve direvin, Kurd jî ber bi rojava ve. Şer, ne şerê Ermeniyan e, ne jî ya Kurdan e. Lê yên ku êş û ezayê dikşînin ew in. Yên ku birçî û tazî dimînin ew in. Yên ku di bin pençe û postalên her du dewletan de tên perçiqandin ew in.
Bi wan gotinan rol û nêrîna dewletê di romanê de tê şirove kirin: "Gor şêniyên Goma Mîro, dewlet ji du beşan pêk dihat, ji wan yek cendirme, yê din jî tahsîldar bû. Cendirme canê wan digirt, tahsîldaran jî mal û milkê wan. Kê dest bi çîrokeke bikira, di destpêkê da wiha digot; ‚car ji caran, rehmet li dê û bavê guhdaran, xêncî cendirme û tahsîldaran…“
Roja ku xebera reş a bavê Mîro tê, ev jî tê dinê û çavên xwe di nav şînê de vedike. Bavê xwe nabîne û hên di şeş mehiya xwe de dikeve ser rê û dirban, dibe koçer û derbeder. Di ber destên bapîrê xwe, di nav civînên rûspîyan de mezin dibe û paşê jî dibe rêberê gundê xwe. Dibe şahidê berxwedana Şêx Said, dibe qaçax û fîrar. Dû re jî dibe qûrbaniya çavbirçitî û çavkoriya eşirtiyê.

Ziman û hûnandina serkeftî

Her pirtûk bi ked û xebatek gelek dûr û dirêj, lêkolîn û xwendin, kûrbûn û hûrbûn pêk tên. Hinek ji wan dîsa jî tisî û bê tam dimînin. Meriv piştî xwendina çend rûpelan eciz dibe û berdide. Lê hinek jî hene, mîrov naxwaze dest jê berde. Zimanek zelal û şîrîn, hûnandin û lihevkirina bûyer û rûdanan, hilbijartina qehreman û lehengan bala te dikşîne ser xwe. Êdî tu ne aktor e, tu pasif e û hefsarê te di dest leheng û bûyerên pirtûkê de ne. Mîro jî, romanek wisa ye.
Zimanek gelek baş û paqij, Kurmanciyek gelek rehet û sivik, tûrika tijî ya hevok û sînonîman, tesfirek xurt û bi hêz, Mîro dewlemendir dike.
Dema min dest bi xwendina romana Mîro kir, min çend rûpel şûnde qelem û penûs, qaxiz û defter girt destên xwe. Gelek hevok, peyv, bêje, sînonîm, gelek leheng û bûyer min not girtin. Min bîryara xwe de, ez ê çend hevokan li ser vê pirtûkê binivîsînim. Min îskeletek jî amade kir. Bo dawiya nivîsara xwe jî min çend rêz wek reşbelek hûnandin. Lê hatim dawiya pirtûkê û min dît ku kekê Îkram dawiya romana xwe jî, wek min niyet kiribû, girêdayiye:
"Kurd jî vala nesekinîn, bi dehan caran li dijberî dewleta ku li ser mîrata Osmaniyan ava bibû, serê xwe rakirin, li ber zilm û zordariya dewletê derketin. Di wan serhildanan da xwîna wan wek avê çeman rijiya. Kurd di her carê da têk diçûn, tî û birçî diman, xwe şûnda dikişandin, di derawa xizaniyê da bi salan li ber xwe didan, xwe amade dikirin û careke din û li hêleka din serî hildidan. Wek gotina Tirkan, bist û neh caran îsyan kirin, bîst û neh caran jî bi ser neketin û têk çûn. Serhildana dawiyê, sî sal berê destpêkir, di nava sî salan da bi hezaran gund û bajar şewitîn, bi milyonan Kurd koçber bûn, xwîna qîz û xortan rijiya. Piştî sî salan, îro, rêvebirên Kurd û berpirsiyarên dewleta Tirk, têkîliyên xwe bi hev ra danîn, şer rawestandin, dest bi danûstandinê kirin.
Ew şer ê ku bi salan berê, di navbera Mîro û Resûlê pismamê wî da derketibû, hê jî didome, hê jî xwîna herdu aliyan dirije û wek ava derê biharê diherike. Şerê wan kengî disekine û çîroka wan bi çi awayî diqede, tenê Xwedê dizane“
Dest xweş kek Îkram Oguz, bo romana te ya bi navê "Mîro, çîroka şer û koçberiyê“, bo zimanê te yê şîrîn. Mîro ji aliyê weşanxaneya "do“ ve hatiye weşandin û hên bêhna boxayê jê tê. Min xwend, tûrika min hên jî dewlementir, eşq û evîna min bo Kurmanciyê jî dubare bû.


MEMO ŞAHÎN