Di 27ê Gulana 1978an de, li Stembolê, Otela Tarabya civîna 12 rêveberên “Ocaxa Rewşenbîran a Tirk” tê lidarxistin. 12 kes, kesên navdar û elît in; sosyolog in, nivîskar in, zanist in, dîrokzan in, akademisyen in, rojnamevan û mamosta ne.
Ev mirovên navdar: Porf. Dr. û akademisyen Faruk Sumer, mamoste û nivîskar Ahmet Kabakli, Prof. Dr. Ercument Kuran, Dr. Recep Doksat, nivîskar, akademisyen Omer Faruk Akun, lêkolîner, nivîskar, wergervan Şukru Elçîn, akademisyen, nivîskar Faruk Kadir Tîmurtaş, Prof. Dr. Erol Gungor, sosyolog Cemîl Merîç, Prof Dr, Ibrahîm Kafesoglu, zimanzan, dîrokzan û wergervan Emel Ersîn, Mehmet Eroz......
Di civînê de, pêşî sosyologê navdar ku, digot; “Tirk fêrî siltan, ata, şefan bûne, lewra faşîzm li bejna Tirkan tê”, Cemil Merîç, diaxive. Dibêje: “Şaristaniya me li ser “wahî”yan hatiye ava kirin. Ji bo hişmendiya neteweyî dîrok, saziya herî baş e. Divê em weke ferd, biyografiya gelê Tirk saz bikin.
Ercument Kuran: Netewparêziya me mirî ye, divê em ciwanan bi netewparêziyek xurt zindî bikin.
Ahmet Kabakli: Gel jî weke ferdan dikarê werê guhertin. Divê em biguherin.
Erol Gungor:Ne tenê me, gelek dewletan şoreş kirine. Divê em şoreşa dewletê, qanunên Tirkîtiyê biparêzin.
Receb Doksat: Me medrese girtin, hucre vekirin. Medrese bingeha netewparêziya Tirk bûn. Pêşî em ji navê zarokan dest pê bikin.
Ahmet Kabakli: Divê em gotina “turan” bi hêz bikin, Yekemîn car, Firdewsî di Şahnamê de gotina “turan” bikar aniye, Divê em valahiya Ziya Gokalp ya dîrokê dagirin.
Şukru Elçîn: Hiş û ramanê Ziya Gokalp û Mehmet Akîf Ersoy bandor li gel kiriye, em biparêzin.
Mehmet Ersoz: Divê em rê nedin alfabeyên cûda. Dibêjin, Çerkezan ji Fransa alfabeya xwe anîye. Divê rê werê girtin.
Faruk Sumer: Me Derya Reş safî kir, dîrok nema, cografya hate guhertin. Tirsa wir nema. Tirkî û toreyên Tirkan serdest in. Gurcu ne gelek in, hejmara wan derdorê 12-15 hezaran e, ne hêz e. Pirsgirêka mezin Kurd in... Rewşenbîriya wan hatiye tarumar kirin. Rewşenbîrên wan ji derve ne, dîse jî netewparêziyê xwedî dikin. Ji welat dûrkirin rast e, lê dengê wan digihe Kurdan.
Omer Faruk Akun: Dibistanên eskerî hene, divê di wir de werin helandin. Mem û Zîn heye, bi şêwaza mesnewî hatiye nivîsandin. Em dikarin weke “çîroka evîna Kurd û Tirk” derbixin pêş. Mukrî, di Journal Asiatique de, gotina Kurdologie pêşxist. Divê em, Mukrî weke mirovekî Îranî û “ne-hilet” bidin nas kirin.
Recep Doksat: Îran, Emerîka, Îsraîl û Rusya wan radikê ser piyan.
Ercument Kuran: Edebiyata wan nîne, zimanê wan heye. Li dora bajarên mezin kom bûne, ev bajar dikarin bibin aşê hêrtinê.
Mehmet Eroz: Zaza, Kurmancî, Qerexanî ji hev fêm nakin. Dedeyên Elewiyan bandora xwe winda kirine. Em dikarin bikar bînin. Kî li wan xwedî derbikevê wê ji wan re bimînin.
Di encama civîna rewşenbîr û zanistên êlîtên Tirk, “Ocaxa Rewşenbîran a Tirk” de 7 biryar hatin girtin. Ev çînê elît û bijarte, biryarên digirtin wek rapor radestî desthilatdariyê, wezaretên pêwendîdar, serfermandariya Artêşê, MÎTa sifîl û eskerî dikin. Biryarên civîna li Otela Tarabya wiha ne:
1. –Divê em hişmendiya Tirkitiyê bi hêz bikin û serdest bikin. Kesên bi vê hişmendiyê haraket bikin, di her alî de destek bikin.
2. -Hunermendan perwerde bikin û destek bikin.
3.-Pirtûkên misyoneran tercume bikin. Di tecumê de, Tirkitiyê derbixin pêş û bela bikin.
4. -Seyahetnameyên biyanî tercume bikin û di tercumê de Tirkîtiyê derbixin pêş.
5. -Pirtûkxaneyên dibistanan werin bi hêz kirin.
6. -Buroşûr, kovaran derbixin û ji tevahiya dibistanan re, ji tevahiya şaredariyan re, ji tevahiya sazî û dezgehên kulturî û civakî re bişînin.
7. -Kongreyên ziman lidarbixin.
Belgeya 'Ocaxa Rewşenbîran a Tirk'
Dewleta Tirk, ne tenê di eniya siyasî, ne tenê di eniya eskerî de li dijî gelê Kurd, polîtîka inkar û tunekirinê dismeşîne. Pirr hêlî, bi plan û program vî karî dimeşînin. Ezê mînakekê bidim. Belkî ev mînak ji bo “xewarên edebiyatê” bibê dersek.