Dadgeha Federal a Swîsreyê ya li Bellinzonayê li ser daxwaza rayedarên Elman a desteserkirina Kurdekî, biryar da ku delîlên rayedarên Elman ne têrker in ji bo sûcê dixin stûyê vî Kurdî. Dewleta Elman vî Kurdî bi rêveberiya PKK’ê sûcdar dike, belê li Swîsre PKK’ê ne qedexe ye. Swîsre tenê li gorî tohmetên diyar biryarê dikare bide. Rayedarên Elman îdîa kirine ku vî Kurdî sûc kiriye bi wê yekê ku propagandaya PKK’ê kiriye û tevlîbûna navrefên wê organîze kiriye.

Kesê behsa wî tê kirin û navê wî nehat eşkerekirin, Mijdara bihurî li ser fermaneke girtinê ya navneteweyî li balefirgeha Zurîchê hatibû girtin. Sûcên xistin stûyê wî jî ew bû ku wî 2014’an propagandaya PKK’ê kiribe û xelk tevlî nav refên wê kiribin.

Dadgehê got delîl nînin ku nîşan bidin ev kes endamê rêxistineke sûc e; lewma tenê vê yekê wê bikira ku ev kes bê radestkirinî Elmanyayê. Dadgehê di biryara xwe de got, vî kesî şervan tevlî nav refên PKK’ê kiribin jî, wan şervanan wê li herêmên Kurdan li Sûrî û Iraqê şerê li dijî DAIŞ’ê kiribe. Dadgehê fermana serbestkirina vî Kurdî da û her wiha biryara tezmînata 2 hezar frankên Swîsreyê (teqrîben dikin 2080 dolar) jî da. Dadgehê di biryara xwe de wisa bi nav nekiribe jî, ev biryar bû belgeyeke krîmînalîzekirina Kurdan a li Elmanyayê.

 

BERN