Yekîneyên Midûriyeta Polîsan duh serê sibê li Wan û navçeyên Wanê bi ser gelek malên endam û rêveberên BDP'ê, şaredar û encumenên şaredariyê de girtin.
Yekîneyên Midûriyeta Polîsan duh serê sibê li navenda Wanê û navçeyên Wanê bi ser malên rêveberên BDP'ê, şaredarî û şaredaran de girt. Polîsan li Wan, Elbak, Bêgirê, Qelqelî, Artemêt, Sixke û Çardêranê bi ser malên rêveberên BDP'ê, şaredarî û malên endamên meclîsa şaredariyê û şaredaran de girt. Di operasyona ku bi fermana 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê pêk hat de polîsan bi ser malên rêveberên BDP'ê de girt û lêgerîna pêk anîn. Polîsan bi ser Konê BDP'ê ya Wanê û hemû yekîneyên şaredariya Wanê de girt û lêgerîn pêk anî. Polîsan bi ser mala şadarê Wanê Bekir Kaya de jî girt û piştî lêgerîna 3 saetan şaredar Kaya binçavkirin. Di heman saetê de li Îzmîrê jî bi ser mala ku Hevserokê BDP'ê yê Berê û Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cuneyt Canîş lê ye de jî girtin. Rêveberê BDP'ê yê Wanê Halîs Çakir jî di serdegirtina malê de hate binçavkirin. Kaya, di Twitterê de diyar kir ku li mala wi lêgerîn tê kirin û peyam şand.

BDP’î hatin binçavkirin 
Polîsan bi ser malên şaredar û serokên BDP'ê yên navçeyên Bêgirî, Qelqelî, Artemêt, Elbak, Ebex û Bajaroka Sixkê de jî girtin. Di serdegirtina malan de polîsan Şaredarê Bêgirê Îzzet Çelîk û Serokê BDP'ê yê Bêgirê Mehmet Şirin Yildiz binçavkirin. Polîsan li Qelqeliyê jî bi ser şaredariyê de girtin û lêgerîn pêk anîn. Polîsan li Dîlokê bi ser mala ku şaredarê Qelqeliyê Murat Durmaz lê dima de girtin û li wir binçavkirin. Polîsan li navçeya Elbakê jî bi ser şaredarî û mala şaredar Hecer Saruhan de girtin. Polîsan piştî lêgerînê şaredar Saruhan û serokê BDP'ê yê berê û endamê KCD'ê Derviş Polat binçavkirin. Polîsan li navenda Wanê jî bi ser gelek malên din de girt û şaredarê Elbakê yê berê Îhsan Guler ku ji aliyê wezîrê karê hindur ve ji peyvirê hate girtin binçavkirin. Polîsan di serdegirtina malan de şaredarê Artemêtê Abdulkerim Sayan, şaredara Sixkê Nezahat Erguneş, serokê BDP'a Qelqeliyê Metin Adugit binçavkirin.  Her wiha der barê dosyayê de biryara veşartî hatiye dayîn.

Selîm Sadak bi daxwaza girtinê hate binçavkirin!
Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak û Midûra Karên Kanalîzasyon û Avê Yekta Bîlek ê ku ji bo îfade bidin çûbûn dozgeriyê bi daxwaza bên girtin sewqî dadgehê hate kirin.  Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak û Midûra Kanalîzasyon û Avê Yekta Bîlek duh serê sibê di çarçoveya lêpirsînekî ji bo îfade bidin çûn Dozgeriya Komarê ya Sêrtê. Sadak û Bîlekê ku di çarçoveya serdegirtina şaredariyê ya di 17'ê Çileyê de pêk hat de îfade dan dozgeriyê. Dozger piştî îfadeyan bi daxwaza Sadak û Bîlek bên girtin sewqî dadgehê kir. Hate zanîn ku li ser Sadak û Bîlekê ku dê di Dadgeha Cezaya Sûlh a Sêrtê îfade bidin, şahidekî nepen îfade daye. 

WAN/SÊRT





'AKP xebatên BDP'ê hezim nake'


Cîgirê Rêveberiyên Herêmî yê BDP'ê û parlamenterê Çewlikê Îdrîs Baluken di bin navê operasyonên KCK'ê de binçavkirina şaredarên Wanê bi zimaneke tûj rexne kir û wiha got:  "Dixwazin beriya hilbijartinan vîna gel bixin bin bandora xwe."
Baluken bibîr xist ku di hilbijartinên 2009'an de tevî hemû astengiyan jî BDP li Wanê biser ket û wiha axivî: “Operasyonên qirkirina siyasî bi hemû lez û beza xwe berdewam dikin. Heta niha di çarçoveya operasyonan de 6 parlamenter, 32 şaredar, bi sedan serokên meclisa giştî, endamên meclisa şaredarî û ya bajêran, her wiha xebatkarên şaredarê bi tevahî 7 hezar BDP'î hatine girtin. Bi van operasyonan re armanc dikin ku şaredariyên me yên ku feraseta klasîk a şaredariyê derbas kiriye li ser esasê paradîgmaya azadiya zayendî, ekolojîk û pirengiyê pêş dixîne zeîf bixe û têkiliya wan a gel re bibirin.”

Li Wanê qirkirina siyasî 
Baluken, diyar kir ku bi fermana hikûmeta AKP'ê li Wanê şaredar û xebatkarên partiya wan hatine binçavkirin û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de şaredarê me yê Wanê, yên navçeyan û yên bajarokan bi tevahî 19 hilbijar, rêvebir û endamên partiya me hatine binçavkirin. Di erdheja Wanê de hikûmeta AKP'ê di bin kavilan de ma. Tevî vê yekê xebatên rêveberiyên me yên li Wanê pêş xistine hezim nekir. Hikûmeta AKP'ê ku ji aliyê gelê Wanê ve hat mehkumkirin, bi êrîşa rêveberiyên me hewl dide ku vîna gelê me bişkêne." Baluken gazîkirina Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak a ji bo îfadeyê û sewqkirina wî ya dadgehê jî bibîr anî.

Meşa Azadiyê dê bidome

Baluken, diyar kir ku tu astengî dê rê li pêşiya meşa azadiyê negire û wiha dawî bi axaftina xwe anî: "Me di 2'yemîn konferansa rêveberiyên herêmî û ekolojiyê de biryara jiyana modela Xweseriya Demokratîk girt. Ji vê yekê tirsiyan operasyon pêk anîn. Tevî hemû pêkûtiyên tên pêşxistin jî em ê meşa xwe ya azadî, aştî, edalet û aştiyê berdewam bikin."

ENQERE  




KCD: ‘Bila binçavkirî werin berdan’


Dîwana Serokatiya Kongreya Civaka Demokratîk li ser operasyonên di demên dawiyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di operasyonan de bi sedan kes hatine binçavkirin û wiha hat berdewamkirin: "Di 6'ê Hezîranê de destpêkê li Enqereyê û li gelek bajarên din bi awayeke hevdem operasyon hatin lidar xistin, her wiha 90 xwendevanên fakûlteya tibê hatin binçavkirin. Di bûyerên ku piştî merasima cenazeyê Cengîz Ozekê HPG'î de Ozgur Taşarê 17 salî hat qetilkirin."
Di daxuyaniyê de navnîşana operasyonên îro wekî Wan hat diyarkirin û hat diyarkirin: "Bi van operasyonan pirsgirêk nayê çareserkirin. Vê yekê AKP jî baş dizane. Bi van operasyonan careke din rûyê AKP'ê yê rasteqîn derketiye holê. Em operasyonên mûdaxaleyî vîna gelê Kurd dikin şermezar dikin. Hilbijêrên ku hatine binçavkirin divê demildest serbest bên berdan. Dîsa divê ser kuştina Ozgur Taşar jî wekî qetlîamên din neyê girtin. Divê dev ji polîtîkayên operasyonê yên bin dixin bidawî bibin. Ev polîtîka dê nehêle gelê Kurd paşve gav biavêje." 

AMED