Li paytexta Komara Çek Pragê, li bajarên Bergen û Oslo yên Norveçê, li Spanya, Bûlgarîstan, Belçîka, Hollanda, Swîsre, Swêd, Danîmarka û Îngîlîstanê li gelek navendan Kurd ji bo kobanê li qadên çalakiyê bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN
Ji ATÎF Û AGÎF’ê banga Dusseldorfê
Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li her derê Ewropayê tên protestokirin. Ji bo meşa ku îro li Dusseldorfê pêk tê banga tevlîbûnê hate kirin. Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî û Federasyona Karkerên Penaberan a Elmanyayê daxuyanî dan û ji bo meşa sibê banga tevlibûnê kirin. Di daxuyaniyan de wiha hate gotin: “Kurd bi hemû hêza xwe li dijî êrîşan li be xwe didin. Ev êrîş tenê li ser Kurdên Kobanê nîne. Ev êrîş li dijî hemû şoreşger û welatparêzan e. Ji ber vê em bang li hemû karker, jin, penaber, ciwanan dikin ku bikevin çalakiyan û bi girseyî tevlî meşa Dusseldorfê bibin.”
KOLN