Çendek e nîqaşên ku li ser ekranên televizyonên Tirkiyê tên çêkirin, zêdetir rojeva wan li ser bendava hilbijartinê ye.  D pergala siyasî yê Tirk de, ji bo Kurd xwedî îrade nebin û  hêzên wan a siyasî dernekeve holê, yanî  ji ber nasname û îrada Kurdan bendava ‘zagonî’ danîne. Ev yek ras te, ji sedî deh bendava hilbijartinê heye û ev bendav jî ne li herêm, ji bo tevahî Tirkiyê derbasdar e. Wê deme dengên gelê Kurd, bi destê zagonî ve xwe bi xwe pûç dibe, ew dengê ku ji bo namzetên Kurd hatine dayîn jî, pê wan, namzetên partiyên pergalê diçin meclîsê û bi vî awayî mafên Kurdan tê bin pê dikin. 

Ggelo li dij vê pergalê ve Kurd çawa têbikoşin, şaşitî û bêexlaqî ya vê rewşê çawa sererast bikin? Pirsgirêka herî girîngtir ev e.   Wek tê gotin, xwîn bi xwînê nayê şuştin, qurnazî ya desthilatdaran jî bi rê û rêbaziya wan ve nayê bihartin. Nava rewşê ku aqil û hişmendiya desthilatdaran derbasdar be û tu jî ji qurnaziya wan re hêsîr bî, wê demê tu çi bikî bike ewê dê bi rengekî din rê û rêbazeke hîle û fenan bibîne û te têk bibe.

Di dîroka tekoşîna gelan de, tu mînakek jî nîn e ku bi şopa pergal û hişmendiya desthilatdariyê ve bimeşe û serkeftinek bi dest xistî be. Ji ber vê yekê, bendavên pergalî, bendavên zagonî, tenê bi rê û rêbaziya derpergalî, derzagonî tên hilweşandin û bi vî rêbaziyê ve tên bihartin.  Erê pêdiviya beşek tekoşîn a li hundirî pergala qurnaziyê jî heye, ew tekoşîn jî tên meşandin, lê li gor min tekoşina herî hewcedar, aqileke din, hişmendiyeke din, fikrandineke din, di dawiyê de jî meşeke din e.

Ji ber vê, rêyek ji rê yên bihartina bendavan, rêxistinkirina fikrên jiyanî ya paşerojê ye. Rêyek ji rê yên hilweşandin û bihartina bendavan, mal bi mal, kon bi kon, çîn bi çîn, netew bi netew, çand bi çand, jin û mêr, xebatkar û hunermend, zarok, ciwan û kalan, dîsa zevî bi zevî, kargeh bi kargeh kedkaran, li bajar, bajarok û li gundan, li zanîngehan mamoste û xwendekaran rêxistinkirin û bi vî hawî bihêzkirina birdoziya jiyana gelan e. Rêyek ji rê yên bihartina bendavan, hilbijartinan wek hebûn û tunebûn nedîtin e. Gava ku tekoşîna azadiyê dest pê kir, çi ramaneke di hilbigartinan de serkeftin hebû, çi jî nêrînek li ser bendavan. Gava ku li Rojava şer û şoreş dest pê kir jî her wisa. Lê niha bi xêra ew tekoşînê nasnameyek hatiye avakirin, netewek û fikrek rabûye li ser pî, îradeyek çêbûye û wek stêrkek li ser aso ya hemû dunya yê dibiriqe.

Ji ber vê yekê, aso ya vê îradeyê ne bi hilbijartinekê ve giredayî ye. Çi hilbijartin, çi şer, çi komkujî û çi rewşên xirab bihartiye û hatiye vê astê. Gelê bindest, îro ji her rojê hê bihêztir in.  Hê bi quwetir in. Îro ji her rojê wêdetir  baweriya xwe ji hêzên xwe re hene. Dê bendavê jî bişkînin. Lê gotina min ew e ku, ev bendav, bendavên ku heta niha hatin hilweşandin û şikênandin ji nava wan bendavan bendava herî qewîntir nîn e, ji wan hemûyan jî sist e.