Li navçeya Dêrsim Pulurê, ku li çiyayên wê her demsalê berf heye, îsal zivistaneke zuwa hebû. Li gelek bajaran barîna zêde ya berfê bandorek neyînî li jiyanê kir, lê li Pulurê barîna kêm a berfê kir ku xelkê deverê fikaran bike. Li çiyayê Munzirê her sal berf bi metroyan erdê digire. Lê ev du sal in berf bi qasî metroyekê jî erdê nagirire. Ev yek jî bandoreke neyînî dike li giha, jiyana kovî û çavkaniyên avê yên Dêrsimê.
Li çavkaniyên Munzir Baba yên Pulurê çavkaniya bingehîn a Çemê Munzirê ye. Lê belê her sal gelek çavkanî ziwa dibin. Pulurî dibêjin, yekane sedema ziwabûnê bendav û projeyên Santralên Hîdroelektrîkê HES in.
Hişke salî wê cihên pîroz jî tine bike
Soner Kaplan got, Pulur 6 mehan di bin berfê de ye û ew bi çanda komunal di nava xwezayê dijîn. Kaplanweha peyivî: "Jiyana komunal nebe, hin mirov dikarin di nava hefteyekê de jiyana xwe ji dest bidin. Yekane daxwaza me ew e ku ji bo pîroziyên me tine nebin bendav û projeyên HES´ê neyên çêkirin. Em li vê derê gelekî têkoşiyan, lê tiştek ji destê me nayê. Li pêş çavên me li çiyayên me dest bi lêgerîna zêr dikin. Ocaxên lêgerîna bi siyanurê li zêr, zerareke mezin dike li vê erdnîgariyê. Li navçeya Pulurê ev 20 sal in ji ber sedemên ewlekariyê xelk nikarîbû biçe serdana cihên pîroz. Vê carê jî bi bendavan xwezaya me tê tinekirin."
'Kulîkên berfê wê tine bibin'
Ozgur Mûnzûroglû da xuyakirin ku bi germbûna hewayê re berfa nû dibare jî wê bihele û bi vî rengî bi kêrî xwezayê neyê. Mûnzûroglû diyar kir ku kulîlkên berfê jî wê êdî şîn nebin û got, "Her Pezkoviya bi navê Şamûa ku li yek ji çend cihên cîhanê li çiyayê Munzirê dijî û kewê gozel ê Ûr jî wê tine bibin. Di mehên havînê de jî, eger ne li herêmên berfê be Şamûa nikare bijî. Her wiha kewê gozer ê Ûr jî neçar e li bilindahiya 2 hezar metreyî ya çiyê bijî. Ji ber ku mezin û giran e, nikare zêde bifire, lewma nikare bijî. Li Pulura berf lê nebe, ti zindî nikare bijî."
Mûnzûroglû ragihand ku wan her tim li Dêrsimê li dijî çêkirina bendavan têkoşîn meşandiye, lê dîsa jî projeyên bendavan dewam dike.
FERHAT ARSLAN/ANF / DÊRSIM