Piştî salên 1990’î şûn ve bi hezaran Êzîdiyên li gundên Qûbîna Êlihê neçar man û çûn Eweropa yê. Ji van Êzîdiyan hejmareke hindik li gundên xwe mane. Êzîdiyên li gundê Şasim û Feqîra yên li ser navçeya Qubînê, nêrînên xwe yên ji bo pêvajoyê anîn ziman. Li gundê Şasim Alî Kartal û malbata xwe tenê dijîn. Kartal, anî ziman ku ew beriya her tiştî ji bo vê pêvajoyê çi bixêr be wê dixwazin û got ku ji qencî her dem tiştek baş e.
Kartal, diyar kir ku çi tiştên ji destên wan bê dê ji bo pêvajoyê bikin û got ku di aliyekî de jî ew baweriyek kêm in û kes guh nade nêrînên wan. Kartal, destnîşan kir ku ew ji bo gelan a xirab naxwazin û wiha got: “Bila di nava nijad û baweriyan de tu cûdabûn çênebe, başî û qencî li pêş bikeve. Tişta herî pêwîstî pê heye aştî ye û heta aştiyek mayînde çênebe azadî û demokrasî nayê vî welatî.”
Kartal, bal kişand ser rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Xwedê jê re şîfayê bişîne. Em hêvî dikin dê tenduristiya wî bi selamet be.” Kartal, bang li Êzîdiyên li Ewropayê kir û xwest hemû vegerin ser axa bav û kalên xwe. Kartal, wiha got: “Bila hemû Êzîdî vegerin gundên xwe. Êdî dema bi hevre jiyan bûnê hatiye.”

‘Feydeya welatê xelkê tuneye’

Li gundê Feqîra jî Apê Osman ku wek Pîrê Ezdiyan tê nasîn, hemû zarokên wî li Ewropa dijîn û ew û hevsera xwe tenê mane. Pîr Osman ê 80 salî diyar kir ku ew beriya her tiştî dixwazin xwîna ku tê rijandin raweste û wiha got: “Em jî dixwazin aştiyek êdî çêbibe û bila alem li hev were. Ez dixwazin Serok were berdan. Bila dewlet pê re lihevhatinan bike.”
Pîr Osman, destnîşan kir ku ew dixwazin hemû civaka wan a li Ewropayê vegeri û wiha got: “Ger ku min vegera wan nexwesta, niha ez jî çû bûm wir. Ji bo ku vegerin ez jî li gund sekinî me. Ez dixwazim vegerin gundên xwe. Tu feydeya welatên xelkê din ji me re tuneye. Bila werin em biratî û yekitî li ba hev rûnên. Ez dixwazim em li ba hev bijîn.”



BÎLAL GULDEM/DÎHA/ÊLIH