Dag ne tenê bi kameraya xwe di heman demê de bi lênûsk û pênûsa xwe jî ji destê xwe berneda. Rojnivîskên Dag bûn pirtûk.
Rojnivîskên ku ji aliyê Weşanxaneya Aramê ve hatin çapkirin têkîliya Dag a bi xwezayê re nîşan didin. Dag carinan di bin baranê de bi kamereya xwe wêneyên derûdorê digire, yan jî tevî îhtîmala aşîtê dide riyan, di bin aşîtê de dimîne, hevalên xwe yên di bin aşîtê de mayî xilas dike û ligel hemû êşan jî dikene.
Di bîranîn û çiyayan de rêwîtî
Halîl Dag ê ku bûye rêhevalê çiya, hevalên xwe jî terîf dike. Di pirraniya rojnivîskê de tiştên ku bi rêhevalên xwe ve dîtiye, bîranînên xwe vedibêje. Dag xwendevanan bi xwe re dibe ber bi rêwîtiya çiyan û bîranînan. Pirtûk ji “Nivîsên kevn” û “Lênûska bakur” pêk tê. Pêşgotina pirtûkê ji aliyê Endamên Konseya Rêveber a KCK’ê Duran Kalkan û Dr. Bahoz Erdal ve hatiye nivîsandin. Kalkan, Halîl Dag wekî “Halîl ê wekî çiya” pênase dike, Erdal jî îfadeyên “Xelîl Dag, dostê samîmî yê çiya û gelê Kurd” bi kar tîne.
AMED