Piştî amadekariyeke dirêj, di navbera 6 û 8 Nîsana 2019´an de Foruma Avê ya Mezopotamyayê (FAM) wê li bajarê Başûrê Kurdistanê Silêmaniyê bi rê ve biçe. Ji sala 21012´an ve ji bo parastina Ava Mezin ango Dîcleyê, çend rêxistinên civaka sivîl ên Iraqê, ên Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê, ên Îranê û yên Ewrûpayê bi hev re kar dikin. Destpêka sala 2018´an wan ji bo di pratîkê de bicihanîna vê fikra FAM´ê minaqeşe kir û dest bi xebatên wê jî kir.
FAM wê li avahiya Zanîngeha Silêmaniyê bi rê ve biçe û tê payîn ku qederê 200 çalakgerên mafê avê, lêkoler, nûnerên rêveberiyên cihî û elaqedarên din beşdar bibin. Beşdar wê nexasim ji 4 dewletên li hewzaya Mezopotamyayê bên. Roja pêşî wê sê gotarên sereke bên pêşkêşkirin. Yek wê li ser bendavan, yek li ser ekosîstemê û yek jî li ser beşdariyê (ya siyasî û civakî) be. Tevî van gotaran wê gengeşeyên elaqedar ên giştî bi beşdariya her kesî bê kirin. Roja duyem bêhtirî 40 gotarî wê bên pêşkêşkirin û 10 atolye jî bi rê ve biçin. Roja dawî ya sisiyan wê pêşî bi beşdariya endamên rêveberên cihî yên ji Bakur, Başûr, Rojavayê Kurdistanê û Iraqê panel bibe û piştî panelê wê encamên atolyeyan bên eşkerekirin. Pê re jî ev encam wê bên berhevkirin û deklarasyonek bê amadekirin.
Di dawiya her du rojên destpêkê de wê bernamyên çandî hebin bi performansên çandî û bi Pêşangeha Ava Mezin hunermênd û çalakgerên ji Bakurê Kurdistanê. Di dema FAM´ê de wê werera sîmultane a ji 5 zimanan hebe û ev ziman jî Erebî, Kurdî (Soranî), Farisî, Ingilîzî û Tirkî. Yên ku dixwazin beşdarî FAM´ê bibin, divê ku qeydiya xwe berê di ser malpera li jêr kiribin:
Web site: www.savethetigris.org//international-mesopotamian-water-forum/
Email: coordinator.en@savethetigris.org
NAVENDA NÛÇEYAN