
ALÎ GULER / BERLÎN
Pêşbirka Berlinale bi tevahiya coşa xwe didome û îro ket roja 8’an. Çi di fîlmên beşa pêşbaziyê de çi jî di beşên din ê festîvalê de heta niha gelek fîlm hatin nîşandan. Lê bala her kesî li ser fîlmên ji bo xelatên festîvalê ne…
Wek her sal li Berlinale di Panaroma û Forumê de ji hemû welatên cuda gelek fîlmên balkêş û bi mijarên xwe giranbiha hene. Ji ber wê jî gelek fîlm cara yekemîn li vir tên nîşandan. Mirov dikare bi hêsanî bibêje, Berlinale tam di nava heyecana sînemayê de ber bi “Xelata Hirça Zêrîn” ve diçe.
Ji 18 fîlmên di pêşbaziyê de heta niha 10 fîlm hatin nîşandan. Îsal ne salên bihurî di destpê kê de derhênêr û fîlmên wek favorî derketine pêş, tinebûn. Lê ji wan hinek dihatin meraqkirin. Yek ji wan jî derhênerê Elman Thomas Arslan bû. Aslan van çend salên dawî, her sal bi fîlmekê tevlî Berlinale dibe û dest vala jê venagere. Îsal jî Arslan bi fîlma “ Bright Night” ji bo xelata “Hirça Zêrîn” Berlinale ya 76. de di pêşbaziyê de ye. Fîlma Thomas Arslan pêr hat nîşandan. Wek her sal îsal jî tişta ji Arslan dihat hêvîkirin, derneket holê.
Du fîlmên nêzikî xelata ‘Hirça Zêrîn’
Îsal di Berlinale de fîlmên zêde derketîn pêş û ji aliyê rexnegiran ve hatin ecibandin, bêhtir fîlma derhênêr Sebastian Lelio a bi nave “A Fantastic Woman” û fîlmê Agnieska Holland a bi navê “Spoor” bû. Heta niha ji fîlmên nîşandayî yê herî bi şans fîlma derhênêrê Emerîka Latînî Sebastian Lelio xuya dike. Her kesî fîlma bi navê “A Fantastic Woman (Jineke harîqulade)” eciband. Fîlm behsa jin, tenêbûn û têkiliya cinsî dike. Serpêhatiya fîlmê li bajarê Santiago yê Şilî diqewime û li ser mijara jiyana transseksuelekê disekine. Bingeha fîlmê her çiqasî polîtîk be jî xwedî drameke kûr û mezin e. Her tişt bi mirina hevalê transseksuel Marina (Daniela Vega) ya bi navê Orlando (Francisco Reyes) dest pê dike. Jiyana stranbêj Marina bi rastî jî wek navê fîlm fantastîk e. Fîlm heta dawî bi vî rengî diherîke. Fîlmeke nerm, aram… Bi dîmenan jî bi rastî mirovan dîl digire û girêdayî nava fîlmê dike. Ji ber wê ye kû hemû her kes şansekî mezin dide fîlm. Bêguman ev nêrina rexnegiran e. Lê biryara dawî ya Jurî ye. Hela em binêrin bê wê heyata jurî biryareke çawa dide. Lê ev biryar çawa dibe bila bile fîlm wê di cîhanê de gelekî were ecibandin. Li aliyê din jî derhênerê 43 salî ji vir û bi şûn ve zêdetir behsa xwe bide kirin.
Ji bilî vê fîlmê, fîlma derhênerê Polonî Agnieska Holland ê bi nave “Spoor” jî dramatîk bû. Ew jî gelek bi tesîr bû. Fîlm ji bilî vê gelek mîstîk e jî, li ser kuştina heywanên mafya û têkiliyan polîsan disekine.
Tolhildana Heywanan: Spoor
Duszejko (Agnieszka Mandat) astrologê amator û momasteyê dibîstanê ye. Ew di nava xwezayê de jiyaneke mutewazî dijî. Rojekê ji ailiyê mafyaya nêçîra heywanan ve kûçikê wê tê kuştin. Jîyana pir bi jan a Duszejko tê guhertin û dikevê pey şopa kuştina bi sirr a kûçikê xwe. Di vê lêgerinê de rastî têkiliya mafya û polîsên bajêr tê. Ji wê û şûn ve jiyana Duszejko tê guhertin û dikeve nava têkoşîneke li dijî van, têkilî û gera mafê heywanan. Di dawiya vê têkoşinê de bi kuştina komserê polîs, serkêşê mafya yê bi hezaran heywanan difilitîne.
Çi di warê mijarê de û çi di warê estetîka sînema yê de fîlm gelekî serketî ye. Dayîna peyama mafê heywanan, parastina xwezayê û ekolojiyê jî mînakeke gîrîng e ji bo dema me ya îro. Derhênêr Agnieszka Holland bi vê berhema xwe ya giranbiha ji bo “Hirça Zêrîn” a Berlinale ya îsal xwedî şansekî mezin e. Serlîstikvana jin Agnieszka Mandat ji bo xelata festîvalê ya “Baştirîn Lîstikvana Jin” bi şans xuya dike.
Festîval bi coş û kelacana xwe didome. Di dawiyê de biryar ji terefê juriyê ve wê bê dayîn. Hela em bînihêrin heyeta jûrî wê biryareke çawa bide. Ji bilî fîlmên pêşbaziyê di beşa Panaroma û Forumê de jî fîlmên balkeş hene. Fîlma di 2’ê Adarê de li hemû Ewrûpayê dikevê vizyonê ku li ser jiyana Karl Marx e jî di festîvale wek taybet hat nîşandan. Derhênêriya fîlm Raoul Peck kiriye û gelek balkêş e. Fîlm li Berlinale bi elaqeyek mezin hat pêşwazîkin. Em ê rojên pêş li ser fîlma “The Joung Karl Marx” nivîseke berfireh binivîsinin.
