Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê, bi wesîleya Cejna Çarşema Sor peyameke nivîskî weşand. KCK’ê cejn li civaka Êzdî pîroz kir û bal kişand ser êşên civaka Êzdî yên heta niha, têkoşîna wê û destketiyên wê û got, “Li dijî êrişên qirrkirina Kurdan ku dewleta Tirk a faşîst serkêşiya wê dike, yek ji bersivên herî watedar ew e ku civaka me ya Êzdî sîstema xweseriya demokratîk ava bike û paşeroja xwe bi nasnameya xwe misoger bike.”

Divê cejn li ser xeta Mam Zekî bin

KCK di dewamê de dibêje, “Bêguman gelekî girîng e ku cejna Çarşema Sor a sala 2019’an bi îradeyeke mezin, di nava rewşekê de ku li gorî salên derbasbûyî metirsî kêm in, tê pîrozkirin. Ev yek destketiyeke gelekî mezin e. Hat serê me û me dît; a ku civakê diparêze, paşeroja wê ewle dike û nirxan diafirîne, zanebûn, rêxistinbûn û têkoşîn e. Xurtkirina yekîtiya xwe ye. Ev destketî, asta hişmendiya azadiyê ya civaka me ya Êzdî nîşan dide. Ne tenê cejna Çarşema Sor, divê cejn û çalakî hemû li ser xeta Mam Zekî bên pîrozkirin.”

Bi berxwedaneke mezin tê pîrozkirin

KCK asta têkoşîna civaka Êzdî ya piştî fermanê jî wiha dinirxîne: “Civaka me ya Êzdî xwe li ser koka xwe ji nû ve afirand, bi nirxên xwe yên çandî yên qedîm, bi gavên ji xwe bawer ber bi paşeroja azad ve dimeşe. Gel û tevgera me, bi berxwedana grevên birçîbûnê ku hevalên Leyla û Nasir pêşengiya wan dikin, dest bi sala 2019’an kir. Çarşema Sor a îsal bi ruhê vê berxwedana gelê Kurdistanê û dostan, bi berxwedaneke mezin tê pîrozkirin. Civaka me ya Êzdî ku gelek zor û zehmetî dîtine, 73 ferman lê rabûne, beşek ji vê berxwedanê ye û ev berxwedan cejna Çarşema Sor ji her demê bêhtir watedar dike.”

Komîteya baweriyan a KCK´ê diyar kir ku cejna îsal bi serketina QSD’ê tê pîrozkirin û got; “Hêzên QSD’ê kiryarên komkujiya 3’ê Tebaxa 2014’an, dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê leşkerî ve ji holê rakirin. Serçeteyê bi navê Erdogan ku piştevanê DAIŞ‘ê ye di hilbijartinên cihî yên 31’ê Adarê de têk çû. Em van her du serketinên girîng beriya her kesî diyarî civaka xwe ya Êzdî dikin. Ev her du serketin garantiya wê yekê ne ku berxwedana şervanên azadiyê yên Kurdistanê û gelê Kurd wê dewleta Tirk a qirrker mêtinger teqez têk bibe.”

Bi ruhê hemdem parastin

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê peyama xwe bi van gotinan qedan; “Çanda berxwedanê ya gelê me, Şengal jî di nav de li xaka Kurdistanê careke din destanan dinivîsîne. Kurdayetî bi Êzdiyan re li ser bingeha neteweya demokratîk bi rengekî ku qet têk neçe xwe gihandiye nirxên xwe yên qedîm. ‘Derwêş‘ û ‘Edûlê’ yên hemdem, Kurdistana xweser demokratîk ava dikin û bi ruhê qewîn diparêzin.Bi navê tevgerê, em cejna Çarşema Sor careke din li civaka xwe ya Êzdî pîroz dikin, şehîdên xwe yê leheng ku hiştin em vê cejnê bi kelecaneke mezin pîroz bikin, di şexsê Mam Zekî Şengalî de careke din bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin, ku em ê ji bo serketina doza azadiyê ya gelan têkoşîna xwe mezin bikin.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN