Aylîn Kizil, Serdar Bayram û Lezgîn Kanî belgefilma Mirazê Cemal û R´ya Teze çêkir, bi pêşangeha li Amedê jî hem belge filmê û hem jî wêne û dîmenên elaqedarî heman mijarê nîşan didin. Şanoya Bajêr dema nîşandana vê pêşangehê dirêj kir.

KADRÎ ESEN

Rojnameya R’ya Teze li gel hemû zor û zehmetiyan ev bi dehan salan e ku tê weşandin. Belgefilma ku li ser rojnameyê û kedkarê bi salan ê rojnameyê, mamê Mirazê Cemal hatiye çêkirin, niha li Amedê tê pêşandan.

Di 8’ê kanûna bihurî de bi ser navê ‘Derbarê Tenetî û Avê de’ ji bo hunerhezan belgefilm û pêşangehek ku ji 4 çîrokan pêk dihat, li şanoya Bajar a Amedê hat pêşandan. Li gel ku dema bidawîbûna pêşangehê weke 31’ê Kanûnê hatibû diyarkirin jî pêşangeh hîna vekiriye û dê pêşandana wê heta 20’ê Çile bidome.

Pêşangeha destpêkê ji wêneyên Fatma Çelîk ên Ermenên ku dema qirrkirina Ermenan ji navçeya Sasonl ya ser bi Êlihê derbasî gundê Apaga yê Ermenistanê bûne, pêk tê. Pêşangeha duyemîn jî ji wêneyên wênegir Serpîl Polat pêk tê. Wê wêneyên bendavên li ser milê çemê Mûnzûrê yê bi navê Ava Periyan avakirî, girtine. Di vê pêşangehê de çîrokên kesên ku ji ber bendavan avê daye ser gundê wan û li hemberî bendavan li ber xwe didin, tê vegotin.

Pêşangeha sêyemîn jî ji wêne û dîmenên serpêhatiya mamê Mirazê Cemal ava ye. Aylîn Kizil, Serdar Bayram û Lezgîn Kanî ev wêne û dîmen girtine. Di vê pêşangehê de jî serpêhatiya Apê Miraz ê rojnameya R’ya Teze tê vegotin. Pêşangeha çaremîn û dawîn jî ji wêneyên wênegir Husamettîn Bahçe yên li ser jiyana li derdora çemê Firatê, pêk tê.

Temenek û armancek

Em ji van her çar pêşangehan, behsa pêşangeh ango belgefilma R’ya Teze bikin, qala rojnameya R’ya Teze bikin. Li holê, li beşa ku pêşangeha R’ya Teze li hatiye sazkirin, ekranek hatiye danîn û dîmenên rojnameya R’ya Teze, ked û xebata mamê Mirazê Cemal a ji bo rojnameyê tê de tên weşandin. Ji bilî dîmenan her wiha wêneyên cuda yên dema xebata rojnameyê yên mamê Mirazê Cemal jî li derdora ekranê hatine daliqandin.

Mamê Mirazê Cemal Kurdekî Êzîdî ye û li gundê R’ya Teze yê herêma Elegezê ku rojnameyê jî navê xwe ji vî gundî girtiye, ji dayik bûye. Mamê Mirazê Celal ku salên dûr û dirêj nivîs û helbestên wî di rojnameyê de têne weşandin, niha hema hema bi tena serê xwe rojnameyê çap dike. Mamê Mirazê Cemal diyar dike ku ji bo ku her kes bibêje rojnameya Kurdan a sedsalî heye, ew dixwaze R’ya Teze bikeve sedsaliya xwe.

Ji sedsaliyê re 13 sal man

Gava em berê xwe bidin dîroka rojnameya R’ya Teze ku qederê not salan li dûv xwe hiştine, Em dikarin serpêhatiyeke holê vebêjin; Kurdên Êzîdî ku dema Osmaniyan li herêma Serhedê bûn, ji ber zext û zordariyên dînî yên Osmaniyan bi demê re koçber û penaberî Ermenistanê dibin û li herêma Elegezê bi cih û war dibin. Bi demê re Êzîdî li vê herêmê 11 gundên Kurdan ava dikin. Yek ji van gundan jî gundê R’ya Teze ye. Di Adara 1930’yî de Kurdên Êzîdî yên herêma Elegezê bi navê gundê R’ya Teze rojnameya R’ya Teze derdixin û dest bi weşanê dikin.

Destpêkê, welatiyên Ermen ên bi navê Kevork Parîs, Hraçya Koçar û Harûtyûn Mkîrtçyan ku bi zimanê Kurdî weke zimanê xwe yê dayikê dizanîn, rojname bi rê ve birin. Piştre Parîs, Koçar û Mkîrtçyan sala 1934’an rêveberiya rojnameyê dewrî Cerdoyê Genco kirin. Sala 1937’an rojname bi alfebeya kirîlî tê çapkirin û di heman salê de ji aliyê Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Yekitiya Sovyetan Josef Stalîn ve tê girtin.

Piştî vê girtinê rojname sala 1955’an bi edîtoriya Mîroyê Esed (Miro Asadoviç Mstoyan) careke din dest bi weşana xwe dike. Edîtoriya rojnameyê sala 1989’an Tîtalê Efo û di sala 1991’an de jî  Emerîkê Serdar dewr digirin. Piştî Emerîkê Serdar, sala 2006’an Grîşayê Memê edîtoriya rojnameyê dewr girtiye. Grîşayê Memê li gel nexweşiyeke xwe ya giran jî ji bo jê re nebêjin edîtorê ku rojnameyê girtiye, heta sala mirina xwe ango 2010’an jî edîtoriya rojnameyê kiriye.

Rojên zehmet ên R´ya Teze

Piştî mirina Grîşayê Memê edîtoriya rojnameyê Tîtalê Kerem dewr digire û heta niha jî berpirsyariya rojnameyê di navbera Tîtalê Kerem, Rizganê Cango û Mirazê Cemal de hatiye parvekirin. Tîraja rojnameyê heta 5 hezaran jî bilind bûye û piştî belavbûna Yekitiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetan ji ber ku piştgiriya dewletê ya jê re hatiye birrîn, rojên zor û zehmet li dûv xwe hiştine. Rojname piştî vê yekê, bi rêya kopîkirinê weşana xwe domandiye.

Rojnameya ku ev nêzî 90 salan e, dest bi weşanê kiriye, gelek caran bi rojên giran û zehmet re bihuriye, û ji ber vê yekê gelek caran ji neçarî navber daye weşana xwe. Rojname li gel van zehmetiyan, hê jî weşana xwe didomîne. Sînemeger Aylîn Kizil, Serdar Bayram û Lezgîn Kanî çûne Ermenistanê xwe, gihandin rojnameyê û der barê rojnameyê û serpêhatiya mamê Mirazê Cemal û rojnameyê de belgefilmek çêkirin ku li vê pêşangehê mirov dikarin bibînin.

Axir, R´ya Teze, rojnameya bi Kurdî ya pêşî ye ku bi alfebeya latînî hatiye weşandin, halê hazir ew rojnameya bi Kurdî ye, ya ku herî demdirêj weşanê dike.