Operasyona li Humsê
Li gorî çavkaniyên çalakbanên Sûriyeyê li hin taxên Humsê operasyonên leşkerî tên meşandin û di encama destwerdana bajêr ji alî artêşa Sûriyeyê û hêzên ewlekariyê ve gelek mal, wesayit û dikan hatine şewitandin û dûmaneke reş bi ser bajêr ketiye. Her wiha hate ragihandin ku hêzên ewlekariyê yên ku navê Şebîha li wan tê kirin êrîşî nexweşxaneyeke Humsê kirine û gelek birîndar revandin. Her wiha li gorî agahiyên xelkê deverê êrîş bi çekên giran pêk hatiye û leşker û şebîha bi 27 wesayitan anîne bajêr.
Kuştî û birîndarên artêşê
Her wiha hate ragihandin ku li Derayê di pevçûnên di navbera artêşê û leşkerên veqetyayê de derdora 50 leşkerî kuştî û birîndar hene. Li gorî agahiyên rêxistina mafê mirovan li Humsê û navçeya Dareya ya Şamê 2 kesên girtî ku di zindanên rejîma Sûriyeyê de bi işkenceyê hatine kuştin teslîmî malbatên wan hatine kirin.
Li gorî ajansa fermî ya dewletê jî 6 leşker bi guleyên kesê ku navê komên çekdar li wan dike hatine kuştin.
Gefa DYA’yê
Ji aliyekî din ve endamê Konseya Amerîkayê John Makîn da xuyakirin ku mudaxeleyeke leşkerî ji bo Sûriyeyê êdî ne ji ihtîmalên dûre. Her wiha da xuyakirin ku piştî bidawîbûna operasyonên li dijî Lîbyayê êdî bêtir dê rewşa Sûriyeyê ji nû ve di ber çavan re were derbaskirin û ne dûre ku bi mudaxeleyeke leşkerî jî sivîl werin parastin. Her wiha Makîn bal kişand ser pêvajoya nû ya şoreşa Sûriyeyê û hilgirtina çekan û veqetandinên ji artêşê.
Daxuyaniya YE’yê
Serokê Yekitiya Ewropayê Herman Van Rompuy da xuyakirin ku welatên yekitiyê amade ne ku hin ambargoyên nû ji bo Sûriyeyê amade bikin. Rompuy li Brukselê derbarê bûyerên li Sûriyeyê de got ku heke tundî û zextên li ser xwepêşandêran bidawî nebe ew dê ambargoyên nû li ser Sûriyeyê ferz bikin.
ŞAM