
Mihemed Salih Ebdo derbarê xebatên xwe û bernameya perwerdeyê agahî dan ANHA’yê. Ebdo, diyar kir ku armanca wan a sereke ew e ku nifşekî nû li ser bingeha felsefeya demokratîk û dûrî felsefeya ku rêjîma Baasê li gorî berjewendiyên xwe dida meşandin ava bikin.
Xonaxeke dîrokî ye
Ebdo, da zanîn ku dê sîstema perwerdeyê ku rêjîmê dida meşandin, şêwaza şofînîst û nijadperestiyê dida meşandin bi dawî bikin. Ebdo derberî ku Baasê tu carî hebûna çand, ziman û wêjeya pêkhateyên din ên Sûriyê ne qebûl ne dikirin û sîstema pişaftinê didan meşandin. Ebdo tekez kir ku sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ku ji aliyê hemû pêkhateyan ve hate îlankirin dê rewşa mozayîk a Cezîrê di berçavan re derbas bike û bi hemû derfetên xwe civakê li ser jiyana hevbeş û netewa demokratîk perwerde bikin.
Ebdo anî ziman ku herêma wan niha qonaxeke dîrokî jiyan dike û wiha got: “Qonaxa em behsa wê dikin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e. ji ber vê yekê em ê siyaseteke nû di warê perwerde û fêrkirinê de amde bikin û di perwerdeyên hemû pêkhateyan de bdin meşandin. Divê ev mêtod a em li ser dixebitin mafê hemû pêkhateyên herêmê biparêze û tu cadahiyê nîşan ne de.”
‘Pêwîste rêziknameyek nû bê amadekirin’
Ebdo got ku pêwîstiya wan bi rêziknameyek nû heye û wiha dom kir: ‘’Ji bo çarçoveyeke nû ji perwerdeyê re were dayîn, rêziknameyeke taybet bi Desteya Perwerde û Fêrkirinê heye, bernameyek ji bo sala bê ya xwendê were amadekirin, pêwîste hemû saziyên ziman û çandê yên li herêmê dixebitin di nava rêveberê de cihê xwe bigirin,bê navber kar û xebat bêne meşandin. Li ser vê yekê pêwîste hemû sazî û kesên têkildar tevlî avakirina mêtoda nû bibin. Ev mêtod pêwîste di destpêkê cih bide mijarên wekî dîrok, perwerdeya olî, perwerdeya netewî, dîroka herêmê û çanda hemû pêkhateyan de. Ji bo van sedeman em niha li nivîskar, rewşenbîr û zaniyaran digerin.”
Mihemed Salih Ebdo kî ye?
Mihemed Salih Ebdo Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê ye. Li herêma Dirbêsiyê di sala 1950’î de ji dayîk bûye. Bawernameya zanista aborî wergirtiye. Ebdo di Sala 1965 beşdarî Partiya Çep a Kurd li Sûriyê bûye û bûye yek ji damezrênerên Kombûna Çep a Marksî li Sûriyê û niha wekî Serokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê a Herêma Cezîrê hate erkdarkirin.
EKREM BEREKAT/ANHA/AMÛDÊ
Mamosteyên Kurd têne perwerdekirin
Akademiya Werger û Lêkolînê ya Şehîd Viyan Amara dewreya perwerdeyê ji 21 mamosteyên zimanê Kurdî vekir. Di dewreyê de dersên li ser rêzimana Kurdî, wêjeya devkî û nivîskê,her wiha hin mijarên din hatin perwerdekirin. Dewre di 5'ê kanûnê de destpê kir û di 2'ê sibatê de bi dawî bû. Di dewreya ku 17 rojan domkir de semînerên li ser dîroka Kurdistanê, dîroka jinan, pariznameya 5'an a Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û hevpeymana civakî jî hatin dayîn. Piştî perwerde bi dawî bû akademiyê duh ezmûn ji mamosteyan re çêkir û dewre bi dawî bû. Her wiha dê ezmûnên mamosteyan di nava 2 orjên din jî dewam bike.
KOBANÊ
Kurdî wê bibe zimanê belgeyên fermî
Bi armanca ku Zimanê Kurdî bibe zimanê belgeyên fermî, endamên Hêza Asayîşa navçeya Bilbilê ya Kantona Efrînê tevlî dewreya perwerdeya zimanê Kurdî bûn.
Hêzên Asayîşa navçeya Bibilê ya kantona Efrînê hewl dide ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî yê belgeyên Asayîşê, hêzên Asayîşê bi vê armancê bi alîkriya Saziya Zimanê Kurdî (SZK) dewreya perwerdeya zimanê Kurdî lidar xistin. Endamên hêzên Asayîşê heftiyê 6 rojan tevlî perwerdeyê dibin. SZK`ê jî ji bo endamên Asayîşê dibistanek veqetandiye û rojê 2 saetan perwerdeya zimanê Kurdî dide wan.
EFRÎN
Li her derê navê ‘Rojava’
Beriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê dest pê bike, hêzên dijberî gelê Kurd bêjeya ‘Rojava’ ya ku parçeyê kurdistanê yê rojava di nava dewleta Sûriyê de nîşan dide, qebûl nedikirin. Niha li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê bêjeyeke balkêş e û gelek dikan û kargeh navê wê li xwe kirine. Her wiha ev bêje di nava gel, hêz, rêxistin, çapemenî, alîgirên û dijberên Kurdan de gelekî cih girtiye.
Li bajarê Hesekê jî bêjeya ‘Rojava’ wekî navê herî xweş û herî balkêş tê bikar anîn, ji ber vê yekê navên Dikan, buro, çayxane û xwaringehên xwe lê dikin.
Wateya ‘Rojava’ nîşana navê Rojavayê Kurdistanê dide.
HESEKÊ