Bi destpêkirina pêvajoya şoreşa li Rojavayê Kurdistanê û Suriyê re di her qade jiyanê de pêngavên ku zimanê dayikê serwer dikin hatin avêtin. Xebatên ku alfabeya latînî esas tê girtin, ji aliyê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ve tên meşandin.

Sazî ji aliyê komek mamosteyên welatparêz ve hate avakirin û xebatên xwe jî bi veşartî meşandin. SZK, li Helebê di konferansa yekemîn de ku bi awayekî veşartî li malekê û bi beşdariya 50 kesan pêk hat, hate îlankirin. Piştî konferansa ku biryarên birêxistinkirin û vekirina qursan hatin girtin, di serî de li bajarên Rojavayê Kurdistanê, li Şam û Lubnanê jî, li malan qursên ziman hatin dayîn.
Ev xebatên ku heta Adara 2011’an, yanî heta destpêkirina şoreşa gel dom kirin, hîmê dibistanên zimanê Kurdî ava kir. Bi destpêkirina pêvajoya şoreşê re pêkutiyên rejîma Baasê jî kêm bûm, lewre ji bo xebatên ziman jî derfet zêde bûn. Di nava vê demê de SZK’ê ji bilî bajarê Helebê, li bajarên Rojavayê Kurdistanê yên wekî Efrîn, Qamişlo, Kobanê, Hesekê, Dêrik, Amudê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Girkê Legê û Tirbespiyê sazîbûna xwe pêk anî.
Di encama van xebatan de ji 100’î zêdetir dibistan hatin vekirin û ji 7 salî heta 70 salî ji bo hemû beşên civakê perwerde hatin dayîn. Di van perwerdeyan de alfabeya latînî hate bikaranîn û bi zimanê dayîkê xwendin û nivîsandin hînî welatiyan hate kirin. SZK’ê di sala 2011’an de dîsa li bajarê Helebê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist û biryara berfirehkirina xebatên ziman girt.   Li Rojavayê Kurdistanê piştî ku di 19’ê Tîrmehê de gel ji Kobanê destpê kir û li gelek bajaran rêveberî bi dest xist, di warê ziman de jî pêngavên girîng hatin avêtin û sazîbûna mayinde pêk hat. Bi vê pêngavê re xebatên ziman êdî ji Kurdistanê hatin birêvebirin û li tevahiya Kurdistana Rojava hatin belavkirin. Lê ji ber eleqeya zêde ya gel pêdiviya mamosteya derket holê. Ji bo ku ev pêdivî bê bicîhanîn, ji bilî perwerdeyên fêrkirina ziman, perwerdeya gihandina mamosteyan jî hate dayîn. Namzetên mamosteyan jî dîsa ji nava welatiyên ku tevlî perwerdeyên ziman bûne hatin hilbijartin. Di nava 4 mehan de zêdetirî 500 mamoste hatin gihandin û li dibistanên ku li gund, navçe û bajaran hatine vekirin, hatin peywîrdarkirin.   
Ji bilî dibistanên zimanê Kurdî, rayedarên SZK’ê, bi destpêkirina sala nû ya perwerdeyê re, ji bo ku li dibistanên fermî jî dersên Kurdî bêne dayîn ketin nava helwldanan. Bi vê armancê bi rayedarên dibistanên fermî yên li Rojavayê Kurdistanê re hevdîtin hatin çêkirin. Her çiqasî rayedarên dibistanan destpêkê li dijî derketibin jî, di encama pêkutiya gel de, dersên Kurdî di bernameyan de hatin bicîhkirin.
Li ser vê yekê rayedarên SZK’ê ji bilî mamosteyên ku wan bixwe gihandine, ji bo mamosteyên dibistanên fermî jî bernameya perwerdeyê amade kir û perwerde da destpêkirin. Dîsa li gelek bajaran ji bo xwendekaran civînên agahdarkirinê hatin lidarxistin. Her wiha ji bo xwendekaran pirtukên fêrbûna ziman hatin amadekirin. Piştî amadekariyan, li dibistanên fermî yên li bajarên Dêrik, Qamişlo, Amudê, Dirbêsiyê, Kobanê, Efrîn û Helebê dersên zimanê Kurdî hatin dayîn. Lê ji ber astengiyên hinek derdorên nîjadperest ên ereban, piştî demekê ji neçariyê navber hate dayîn. Piştî navbereke ku nêzî 2 mehan dom kir, di encama hewldanên SZK’ê û pêkutiyên gel de, perwerde dîsa destpê kir û hîn didomin.

Yekîtiya mamosteyan

Saziya Zimanê Kurdî ku her roja diçe xebatên xwe pêşde birin, di meha Gulana sala 2012’an de li bajarê Amudê konferansa xwe ya 3’yemîn li dar xist. Di vê konferansê de biryarên wekî, “mayindekirina sazîbûnê, avakirina yekîtiyam mamosteyan û derxistina kovara ziman” hatin girtin. Di çarçoveya van biryaran de di meha Kanûna sala 2012’an de Yekîtiya Mamosteyan hate avakirin. Xebatên kovara ziman jî hatine temamkirin û çav li rê ye ku di rojên pêş de bê weşandin. Di rewşa niha de hema bêje li hemû bajaran dersên zimanê Kurdî têne dayîn. Di van dersan de heyecana mamoste û şagirtan hêjayî dîtinê ye. Piraniya mamosteyan piştî perwerdeyek 2 mehan dom kiriye, serftîfîkayên xwe girtine. Lewre heyecana wan di rûyê wan de xuya dike. Heyecana zarokan jî tu kes nikare asteng bike. Hedefa SZK’ê ya sala 2013’yan jî mezin e. Sazî armanc dike ku di nava vê salê de ji bilî dersên ziman, dersên wekî, “Çand û Exlaq, Zanist û Civak, Erdnîgarî, Dîrok, Matematîk, Civaknasî, Psîkolojî” bi zimanê Kurdî bide. Ji bo ku di vê mijarê de pêdiviya mamosteyan bê pêşwazîkirin jî xebat tên meşandin.

Zîhniyeta qedexekar didome

Bi minasebeta "Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê" li Rojava jî çalakî tên organîzekirin, lê rejîma Baasê ku nekarî xebatên ziman asteng bike, niha jî dibistanên fermî yên dersên Kurdî lê tên dayîn, digire. Li hemberî vê pêkanînê li gelek bajaran di encama nerazîbûna xwendekar û malbatan de hinek dibistan dîsa hatin vekirin. Nerazîbûnên gel hîn didomin.
Saziya Zimanê Kurdî jî, bi armanca protestokirina vê pêkanîna rejîmê û pîrozkirina roja ziman wê di 21’ê Sibatê de sertifikayan bide şagirtan û daxuyaniyekê bide çapemeniyê. (Nûçeya Eleqeder: Roja zimanê dayikê û rewşa Kurdî) 

ANF/QAMIŞLO




Bi hezaran ji bo ziman meşiyan

Li bajarê Qamişlo bi hezaran xwendekarên Kurd û Ereb bi armanca şermezarkirina biryarên girtina dibistanan û ji bo dewamkirina perwerdeya bi zimanê Kurdî meşiyan.
Li bajarê Qamişloyê bi hezaran xwendekarên Kurd û Ereb, bi armanca şermezarkirina girtina dibistanên ku dersên zimanê Kurdî lê tê dayin û dewamkirina perwerdeya bi Zimanê Kurdî, 2 meş li dar xistin. Meşa yekê li ber mizgefta Qasimo dest pê kir û ya duyemîn li ber Mala Gel a Taxa Qenat Elsiwês dest pê kir. Di meşan de bi hezaran xwendekar û xizmên wan beşdar bûn. Di meşan de  dirûşimên ku'' zimanê me hebûne me ye'' û '' bê ziman jiyan nabe'' hatin qîrin. Her wiha xwendekaran pankartên ku li ser nivîsîbûn '' ji mafê me ye em fêrî zimanê xwe bibin'', '' bê ziman netew tune ye'' hatin vekirin. Di meşa yekê de Endama Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Nesrîn Doko axivî û da zanîn ku Rêjîma Bass a şovînist her dem li dijî zimanê Kurdî pîlan û lîstok  pêk anîne û hewl dane ku zimanê Kurdî bi partiyekê yan rêxistinekê ve girêdin. Nesrîn destnîşan kir ku ewê heta dawiyê ji bo zimanê Kurdî kar û xebatên xwe bidomînin.

ANF/QAMIŞLO




Mamosteyên Kurdî civiyan

Sazaiya Zimanê Kurdî (SZK) bi armanca ku mamosteyên dibistanên fermî bi biryarên Saziya Perwerdeya Rêjîma Bass nekin û berê xwe bidin karê xwe bi amedebûna Endama Desteya Bilind a Kurd Sînem Mihemed civîn ji mamosteyên Girkê Legê û Rimêlan re li dar xistin.
Di Civînê de Sînem Mihemed axivî û got:''Biryarên ku Endamên Saziya Ziman  di dibistanên fermî de standin ku zimanê Kurdî were dayin û zarokên gelê Kurd fêrî zimanê xwe bibin, zimanê Kurdî tu ziyanê naghjîne kesî, rêjîm tu biryar dirbarê zimanê Kurdî de nestandiye, ji mafêmeye ku em perwerdeya zimanê Kurdî destpêbikin ji ber ku gel bê ziman nabe gel. Pewerdeya bi Kurdî ziyanê naghîjînin madeyên din, bera mamosteyên fermî li karê xwe dewam bikin  û xwe ji dibistan qutnekin û erkê yê netewî pêkbînin û guh li biryarên rêjîma Bass nekin'' Mihemed di dawiya axaftina xwe de dazanîn ku îmkana wan heye ku valatiya mamosteyan dagirin û got'' Em dikarin mamosteyên ku zaningehê dixwînin bixin dewrê de û karê dibistanan dewam bikin''.
Piştî Mihemed Mamoste Şêrzad Îbrahîm axivî û bal kişand ku biryarên Saziya Perwerdeyê ya Sûriyeyê nahêle ku ew li mal rûnê û got:''Ev  2 meh in ku ez perwerdeya zimanê Kurdî li dibistanên fermî didim, nehajî ez madeyên din bi gelek kesên din ku hatine valatiya mamosteyan dagrin re didim." 

ANF/GIRKÊ LEGÊ